Pêvajo hilbijartin e lê rojeva xelkê bihabûn û debar e

11-01-2024
Mihemed Emîn Demir
Pêvajo hilbijartin e lê rojeva xelkê bihabûn û debar e
Pêvajo hilbijartin e lê rojeva xelkê bihabûn û debar e
Nîşan Hilbijartin Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêvajoya hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an dest pê kiriye lê rojeva xelkê enflasyon û debar e.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qeyrana aborî her ku diçe kûrtir dibe û di serî de xorak bihayê her tiştî tê zêdekirin.

Pisporên aboriyê yên Bakurê Kurdistanê dibêjin sedema bilindbûna enflasyonê polîtîkayên xelet ên aboriyê û xerciyên zêde yên hikûmetê ne.

"Li Tirkiyeyê bihabûn zehfî zêde ye"

Akademîsyenê Zanîngeha Harranê Hasan Bardakçi got:

“Bi rastî ev demeke zêde ye li Tirkiyeyê bihabûn zehfî zêde ye. Em dikarin behsa gelek sedeman bikin. Yekem, tevî xirabûna aboriyê dewletê jî li Tirkiyeyê lêçûnên giştî û yên hikûmetê berdewam kirin.

Bi ser de jî du erdhejên mezin li 11 wîlayetan çêbûn. Bi rastî ev ji bo dewleta Tirkiyeyê di demeke xirab de çêbû.

Ya girîng dewlet nêzîkî çend salan e faîzê kêm dike û ew jî enflasyonê bilind dike û ev jî dibe sedema bihabûnê.”

Li gorî amarên fermî yên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) enflasyona salane, meha Çiriya Paşîn ji sedî 61,98 û di meha Kanûna Paşînê de ji sedî 64,77 bû lê mûçeyê kêmane ji sedî 49 û mûçeyên karmendan ji sedî 49,25 hatin zêdekirin.

Pispor dibêjin heta çareya bilindbûna enflasyonê neyê dîtin dê bihayê her tiştî bilind bibe û sûda zêdekirina mûçeyan namîne.

Şêwirmendê Darayî Mehmet Akdemir jî anî ziman:

“Enflasyona fermî ji sedî 62 ye lê hikûmetê meaş ji sedî 49 zêde kirin. Enflasyon her meh zêde dibe.

Piştî zêdekirina meaşan niha wê esnaf bihayê tiştan zêde bikin û ev meaş dê di nav du mehan de bihelin û xêra wan namîne.

Ji bo ku xêra meaşê hebe lazim e enflasyon bilind nebe. Heta enflasyon bilind bibe meaş çiqasî werin zêdekirin jî vala ye.”

Hikûmeta nû ya Tirkiyeyê piştî hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan ji bo baştirkirina aboriyê tedbîrên nû wergirtin û faîz ji 8,5an bo 42,5an bilind kir lê tevî hemû hewlan jî heta niha enflasyon li ser hev bilind dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst