Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê xaleke qedexeya tora civakî betal kir

11-01-2024
RÛDAW
Nîşan Dadgeha Destûra Bilind a Tirkiyeyê Qedexe Tora Civakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûra Bilind a Tirkiyeyê, xala ku bi hinceta binpêkirina mafên şexsî derxistina naveroka parvekirinên torên civakî li xwe digire betal kir.

Biryara Dadgeha Bilind dê piştî 9 mehan were bicihkirin.

Dadgeha Destûra Bilind xala 9emîn a yasaya bi hejmara 5651ê betal kir.

Dadgehê di sedema biryara betalkirinê de diyar kir ku bi vî awayî yasa tê wateya midexaleya azadiya derbirînê û ragihandinê.

Herwiha dadgehê sererastkirina “di rewşeke biguman de erka astengkirinê” jî betal kiriye.

Di sedema biryarê de hat diyarkirin ku heta bi biryara dadgehê tawanan neyê îsbatkirin bicihkirina ceza ne rast e.

Di wê xala hatiye beltalkirin de dihat gotin, “Kesên îdia dikin jiyana wan a taybet di torên civakî de tê binpêkirin, rasterast dikarin serî li saziyê bidin û bixwazin bê astengkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst