Selahedîn Demîrtaş xelateke din jî wergirt

11-01-2020
RÛDAW
Nîşan Selahedîn Demîrtaş HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê HDPê, Selahedîn Demîrtaş, xelata ‘Mafên Mirov, Demorkasî, Aştî û Hevsozî’iyê wegirt.

Li navçeya Beyoglu li Stenbolê, şeva derbasbûyî merasîmek birêve çû û tê de Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahedîn Demîrtaş, hêjayî xelata, ‘Mafên Mirov, Demorkasî, Aştî û Hevsozî’yê hat dîtin.

Di wê merasîmê de, li ser navê Demîrtaş, hevjîna wî Başak Demîrtaş di merasîmê de ew xelat wergirt.

Selahedîn Demîrtaş nameyek arasteyî amadekar û beşdarên rêûresmê kir û ameje bi wê kir ku rojên ronahî nêzîk in.

Hevseroka HDPê, Pervîn Buldan, Serokê Fraksiyona HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Saruhan Oluç, Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu, hejmareke parlamenterên HDPê, serokê liqa Komeya Mafên Mirovan li Stenbolê û herwiha serok û nûnerên hejmareke komele û rêxistinên medenî û sendîkayan di wê merasîmê de beşdar bûn.

Ji sala 2001an ve xelata ‘Mafên Mirov, Demorkasî, Aştî û Hevsozî’ ji aliyê Weqfa Demorkasiya Civakî ve tê dayîn bo wan kesên ku di warê aştî û mafên mirovan de xwedî rol bin.

Selahedîn Demîrtaş ji sala 2016an ve li zîndana Edîrneyê girtî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst