Serokê Komeleya Elewiyên Demokratîk: Hikûmet dixwaze Elewiyan li gorî dilê xwe pênase bike

10-11-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Hikûmeta Tirkiyê “Serokatiya Cemxane û Kulturî ya Elewî-Bektaşî” di bin sîwana Wezareta Kulturî ya Tirkiyê de damezrand
Hikûmeta Tirkiyê “Serokatiya Cemxane û Kulturî ya Elewî-Bektaşî” di bin sîwana Wezareta Kulturî ya Tirkiyê de damezrand
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Serokê Komeleya Elewiyên Demokratîk Mustafa Karabudak  derbarê Serokatiya damezrandina “Cemxane û Kulturî ya Elewî-Bektaşî” di bin sîwana Wezareta Kulturî ya Tirkiyê de ragihand ku “hikûmet bi projeyasaya xwe dixwaze elewiyan li gorî dilê xwe pênase bike.”

Hikûmeta Tirkiyê “Serokatiya Cemxane û Kulturî ya Elewî-Bektaşî” di bin sîwana Wezareta Kulturî ya Tirkiyê de damezrand.Ev di demekê de ye ku weqfên Elewiyan nerazî ne û dibêjin, ew naxwazin Elewiyet bikeve çarçoveyeke siyasî.

Li Enqerê 7 Komele û federasyonên elewiyan li dijî projeyasaya hikumetê ya di derbarê Elewiyan de çalakiyek encam dan. Li gorî projeyasayê hikumet dixwaze cemxaneyan bi wezareta çand û geştiyarî ve girêbide, lê elewî dixwazin cemxane weke îbadetxane werin qebûlkirin.

Serokê Federasyona Elewiyên Ewropayê Turgut Oker got: “Hikumet bi vê projeyasayê dixwaze bi kemînekê bi temamî elewiyan û rêkxistinên elewiyan bixe bin kontrola xwe.”

Di projeyasayê de êdî xercên cemxaneyan yên weke av û elektirîk û kirê jî dê ji aliyê hikumetê ve werin dabînkirin. 7 komele û federasyonên sereke yên elewiyan li hember projeyasaya hikumetê daxuyaniyek belav kirin.

Serokê Komeleya Elewiyên Demokratîk Mustafa Karabudak got: “Hikûmet bi projeyasaya xwe dixwaze elewiyan li gorî dilê xwe pênase bike. Dixwazin Elewiyên li gorî nêrina xwe ava bikin. Dixwazin em bi wezaretê ve bên girêdan û ji gotina wan dernekevin. Em vê yekê red dikin.”

Daxwaza sereke ya Elewiyan di derbarê cemxaneyan de ew e ku cemxane weke îbadetxane bên qebûlkirin û biryarên di derbarê Elewiyan de ne ji aliyê hikumetê ji aliyê mezin û risîpiyên elewiyan ve bêne dan.

Parlementerê CHPê Yildirim Kaya jî got: “Cemxane bo civaka elewiyan îbadetxane ne û yên ku dixwazin cemxaneyan weke mala çand û hunerê bidin nasandin sivkatiyê bi baweriya Elewiyan dikin, daxwaza komeleyên Elewiyan, pîrên Elewiyan çi bin pêwîst e dewlet wan daxwaza bicih bîne.”

Li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li 58 parêzgehên ku Elewî lê dijîn bi giştî  1586 cemxane hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst