Ayşegul Doganê li ser Doza Kobaniyê peyamên girîng dan

10-05-2024
Nîşan Ayşegul Dogan Doza Kobaniyê DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê diyar kir ku Doza Kobaniyê dê ji bo makeqanûna nû girîng be.

Berdevka Partiya Gelan Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Dogan li Navenda Giştî ya DEM Partiyê li ser mijarên li rojevê axivî.

Ayşegul Doganê diyar kir, kevneşopiya ku DEM Partî jê hatiye bi salan e ji bo destûreke bingehîn a demokratîk û sivîl têkoşînê dide.

“Dê biryarên vê dozê girîng bin”

 Berdevka DEM Partiyê ji bo destûra nû ya bingehîn û nêta rast e desthilatê bal kişand ser Doza Kobaniyê û got:

“Ji bo ku destûra bingehîn nû be, divê nîşan bidin ku wan bi temamî dev ji ya berê berdaye.

Yek ji nîşaneyên vê yên herî girîng jî dê Doza Kumpasê ya Kobaniyê be ku dê 16ê Gulanê runiştina wê bê kirin.

Ji ber vê yekê jî dê biryarên vê dozê girîng bin.”

“Ên ku dengê xwe dernaxin dibin şirîk”

Li hêla din, li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê di nava du rojan de du caran êrişî ofîsa DEM Partiyê hatibû kirin.

Ayşegul Doganê li ser bêgengiya gelek aliyan a li ser vê mijarê jî got:

“Ên ku van êrişên texmînkirî nabînin û dengê xwe dernaxin dibin şirîk.”

“Xelkê Curnê Reş dê li îradeya xwe xwedî derkeve”

Ayşegul Doganê herwiha bi bîr anî ku dê 2yê Hezîranê li navçeya Curnê Reş a Rihayê hilbijartin werin dubarekirin û berdewam kir:

“Şeva 31ê Adarê li Curnê Reş pisûlayên dengdayînê hatin şewitandin.

Serdozgeriya Komarê ya Curnê Reş lêpirsîn da destpêkirin û 7 kes hatin girtin.

Her 7 jî endamên AKPyê bûn. Bi heman awayî şandina daneyan jî rawestiya.

DEM Partî bi ferqa 521 dengan bi ser ket lê hilbijartina ku em bi ser ketin tê dubarekirin.

Dixwazin Curnê Reş bi rêya kumpasê bi dest bixin. Xelkê Curnê Reş dê li îradeya xwe xwedî derkeve.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst