Mamoste Hudaî Morsumbul: Divê xelatê bidin me, ne siza

10-04-2022
Serif Ozberk
Serif Ozberk @siyarberazi
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hudaî Morsumbul ê ku li dibistaneke navendî ya li bajarê Mêrsînê mamostetiyê dike, ji ber piştgirî û hewldana di kampanyaya dersa bijarte ya Kurdî ku 3ê Çileyê destpê kiribû û heta 7ê Sibatê berdewam kir de, ji aliyê rêveberiya dibistanê ve sizaya dîsîplînê lê hate birîn û ew bo dibistaneke din hate şandin. Morsumbul jî dibêje “Divê xelatê bidin me, ne siza.”

Mamoste Kurd Hudaî Morsumbul ji Rûdawê re ragihand, ji ber ku wî xwendavan ji bo hilbijartina dersa Zazakî û Kurmancî teşwîq kirine gelek heqaret lê hatine kirin.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, xwendevanên polên 5, 6, 7 û 8an her sal dikarin navên xwe ji bo dersên bijarte tomar bikin. Eger di her polekê de 10 xwendevan dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin, dê ji bo wan di poleke taybet de heftane 2 demjimêr dersên fêrkirina Kurdî bên dayîn, lê gelek caran ev maf ji aliyê rêveberiyên dibistanan ve tê astengkirin.

“Tu dê bi kelemçeyê werî derxistin”

Mamoste Hudaî Morsumbul anî ziman ku di dema kampanyaya dersa bijarte ya Kurdî de rêveberê dibistana ku ew lê mamostetiyê dike ji ber ku wî ji xwendevanan re kitêbên Kurdî anîne gef lê xwariye gotiye dê rojekê bi kelemçe te ji vir derxin‘.

Hat sirgûnkirin

Rêveberiya Perwerdehiya Mêrsînê, derbarê mamoste Hudai Morsumbul ku li Dibistana Navîn a Ulubatli Hasan a navçeya Akdenîzê dixebitî de, bi hinceta ku bi xwendekarên xwe re bi Kurdî û Erebî diaxive û ji bo dersên bijarte yên kurdî xwendekar han dane, lêpirsîn da destpêkirin.

Morsumbul ê 23 sal e mamostetiya zimanê tirkî dike, ji dibistana kar dikir,  sirgûnî Dibistana Navîn a Yenîtaşkent Yusuf Bayik hat kirin.

“Hewl dan min desteser bikin”

Morsumbul îro 10ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê Twitterê di parvekirinekê de got, “Roja 5ê Nîsana 2022an di saet derdora 13:30an de kesekî bi navê Ferdî, bêyî ku diyar bike kî ye, xwest min di jûra mamosteyan de li ber çavên xwendekarên min desteser bike. Min bi fermî lêpirsîn li ser wî da destpêkirin. Ji bo xebata me ya di hilbijartina dersa Kurdî de divê xelatê bidin me, ne siza.”

Hudaî Morsumbul di derbarê bûyerê de ji Rûdawê re diyar kir ku wî rê nedaye ku bê desteserkirin, ji ber wê jî kesê bi navê Ferdî ew dehf daye û heqaret lê kiriye û paşê li dozgeriyê piştrast kiriye ku ew kesê ku dixwest wî desteser bike polîs bûye, lê heta niha bi fermî nehatine ji bo girtina wî.

Ji bo Hudaî Morsumbul piştgirî

Însîyatîfa Mamosteyên Kurdî jî li ser hesabê xwe twitterê piştevaniya xwe bo Morsumbul nîşan dane û dibêje: “Em hemî şahîdê xebata te ne. Diyar e ku hin çavnebare ji vê yekê aciz bûne lê em meydanê ji wan re nahêlin mamoste Hudai nebitenê ye. Divê em li wî xwedî derkevin. #MamosteHudainebitenêye”

Herwiha Platforma Mamosteyên Kurdî jî li ser hesabê xwe yê twitterê piştgirî nîşan daye û dibêje: “Sirgûn kirina mamoste @HudaiMorsumbul vê dide nîşan ku hin sazî û rêxistin ji xebatên zimanê Kurdî aciz in. Bi sîyaseta tirsandin sirgûn kirin û zordariyê xebatên me nikarin bisekinênin. Ziman mafekî mirovîyê û helbet wê hemû kes zimanê Kurdî bi mecbûrî bipejirênin..!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst