Hatay: Keştiya Îtalî ji qurbaniyên erdhejê re bûye stargeh

10-03-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keştiyeke Îtalyayê ku ji 350 odeyan û hezar textên razanê pêk tê, piştî erdheja 6ê Sibatê, ji bajarê Napolî ê Îtalyayê birê ket û li Bendera Îskenderun a Hatayê li Tirkiyê rawestiya. Ew mazûvaniya hejmarek qurbaniyên erdhejê dike û ji wan re bûye wargeh.

Pêwîstiyên jiyana rojane yên weke xwarin û vexwarin û wekî din jî ji mêvanan re tê dabîn kirin. Di keştiyê de beşê zarokan jî nehatiye jibîrkirin û ji bo xweşkirina dilê wan beşeke taybet a lîstikên zarokan hatiye danîn.

Keştiyek Îtalî li bendera navçeya Îskenderun a Hatayê piştî erdheja 6ê Sibatê ji bajarê Napolî hatiye vê derê û ji bo 700 qurbaniyên erdhejê re bûye stargehek.

Rêveberê Devera Mêrsînê yê Kompanyaya MSC ya Keştiyan Ugur Tosuner got, “Keştiya me 20ê Sibatê hat bendeta îskenderun. Bo dema 2 mehan bo dewleta me hatiye terxan kirin. Em niha li keştiyê mêhvandariya 700 qurbaniyên erdhejê dikin.”

Keştî ji 350 odeyan û hezar textên razanê pêk tê. Ji xwarin heta vexwarin her cor pêdivî  di keştiyê de  bo qurbaniyan tên dabîn kirin.

Rêveberê Devera Mêrsînê yê Kompanyaya MSC ya Keştiyan Ugur Tosuner anî ziman, “Em bo her qurbaniyek erdhejê konfora malekê pêşkêş dikin. Em derfeta xwarin vexwarin û serşûştinê hemûyan bo wan dabîn dikin.”

Cihên taybet ên lîstikê jî bo zarokên qurbanî hene. Îro jî pasteya 15 metre bo wan hatiye çêkirin bi hêviya ku dilê wan hinekî xweş bike.

Zaroka qurbaniya erdhejê got, “Min gelek ji hemû taybetmendiyên vê keştiyê kir. Ez xwarinên wê gelek diecibînim. Li vê derê her roj spore me didin kirin. Her şev  li salona sînemayê pirtûkan bi me didin xwendin. Lîstikan bi me didin lîstin. Îro jî pasta çêkirine û  gelek xweş e. Hemû keştî gelek kêfxweş bû. Piştî xwarina nîvro pastayek wiha gelek xweş e.”

Li gor Bernameya Geşedanê ya Neteweyên Yekbûyî erdhejên 6ê Sibat li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistam û Tirkiyê 1.5 milyon kes bê xanî hiştine.

Beşa herî zêde ya wan jî li Hatay û navçeyên wê bûn. Bi awayekî li seranserê vî bajarî 5 hezar û 696 avahî hilweşiyane  ku ji 23 hezar û 90 yekeyên niştecihbûnê pêk dihatin.

25 bin 822 avahiyan jî an zerer dîtine an jî divê bilez bên hilweşandin ku ew jî ji 85 hezar yekeyên niştecihbûnê pêk tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst