Ji bo 50 parêzgehan hişyariya berfê hat dayîn

10-02-2025
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Barîna Berfê Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 50 parêzgehan hişyariya berfê da û 15 ji wan parêzgehên Bakurê Kurdistanê ne.

Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, pêla berf û sir û seqemê dê vê hefteyê jî berdewam bike û roja çarşemê dê li 50 parêzgehan berf bibare.

Amed jî di nav de ji bo 15 parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî heman hişyarî hatiye dayîn da ku welatî tedbîrên pêwîst wergirin.

Zêdeyî hefteyekê ye pêleke sir û seqemê seranserê Tirkiyeyê daye ber xwe û barîna berfê didome.

Li herêma Serhedê jî rêyên bi hezaran gund û gundikan hatine girtin û kar û xebatên vekirina wan rêyan berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst