Sancar: Doza Kobanî dişibe doza Hitler

10-01-2021
RÛDAW
Nîşan HDP Mithat Sancar Lêpirsîna Kobaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê “Lêpirsîna Kobanî” de got: “Doza 6-8ê Cotmehê dişibe Doza Leipzigê ku Hitler di riya diktatoriyê de bikar anîbû.”

Meclîsa Partiya HDPê di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar de bi awayeke onlinê civiya.

Civîn bi axavtina Mîthat Sancar destpê kir û wî got “Êrişên li ser HDPê berdewam in. gelek sedemên vê yên pir alî hene. Êrişên li ser HDPê tenê HDPê nakin hedef. Tenê Pirsgirêka HDPê nîne. Di heman demê de li dijî gelê Kurd e. Lê tenê Pirsgirêka Kurd jî nîne. Berevajî pirsgirêka civakaTirkiyê û hemû gelên Tirkiyê ye.”

Sancar li ser êrişên yên dijî HDPê axaftina xwe wiha berdewam kir “Ev tenê gelên Tirkiyê eleqedar nake, heremê bi kûrahî eleqedar dike. Ango polîtîkayên vê desthilatê ku li dijî HDPê û gelê Kurd dimeşîne li dijî hemû gelên Tirkiyê ye. Di heman demê de polîtîkayên Rojhilata Navîn jî lê ser van êrişan ava dike.”

Sancar bal kişand ser pesendkirina “Lêpirsîna Kobanê” û amaje bi vê yekê kir ku desthilat wê bûyerê wek kartekê di destê xwe de digre û gava dikeve tengasiyê û kêngê jê re lazim dibe wê gave ji bo berjewndiyên xwe bikar tîne.

Di beşeke din axavtina xwe Sancar got ku ew yek li dijî hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş hate bikaranîn û wiha pê de çû: “Îsal herî dawî bi taybetî di êrişên ku li dîjî Selahattîn Demîrtaş tên meşandin de bûyerên Kobanî dîsa hat bikaranîn. Armanca AKP ji vê yekê ew e ku  dixwaze têkoşîn û berxwedana HDPê û gelê Kurd bişkêne û dixwaze dîktatoriya xwe bi dengên gel rewa bike. Ji bo vê jî li gorî xwe divê HDP bê bêbandorkirin. Lê nikarin vê pêk bînin, lewma li dijî HDPê operasyon û êrişan dikin.”

Hevserokê Giştî yê HDPê “lêpirsîna Kobanî dişiband Doza Leipzigê û got: “Gava min ev doznamê xwend, ewilê şewitandina Rechstaga(Parlemento) Almanyayê ya di 1933an de hat hişê min. Di meha Sibata 1933an de  parlementoya Almanyayê hat hilweşandin. Ev bûyer di kîjan mercan de pêk hat? Hitler bûbû serokwezîr û biryara hilbijartinên giştî wergirtibû. Ev biryara hilbijartinên giştî ji bo wî yek ji girîngtirîn gavên ber bi dîktatoriyê bû. Di heyama pêvajoya hilbijartinê de ji bo partiyên din bêdeng bikin lîstikan sazkirin. Di 27ê Şibatê de agir berî parlementoya Almanyayê dan û hilweşiya. Piştre jî dest bi operasyonan kirin.

Hitler û kadroyên wî îdîa kirin ku komunîstan ew agir derxistiye. Yekser dest bi qedexeyan kirin. Ji xeynî partiyeke ku nêzîkî wan, xebatên hilbijartinê yên hemû partiyên din qedexe kirin. Paşê dozek hat vekirin. Ev doz li bajarê Leipzigê hat dîtin. Dozeke dirokî ye. Doz li ser yekî ku hemû raya giştî ya cîhanê wî nas dikir hat meşandin; Dimitrov. Lê Dimitrov nehat darizandin. Berevajî Dimitrov rejîma Naziyê darizand.”

Sancar li ser wekheviya Doza Leipzige û doznameya Kobaniyî got “ji bo dîktatoriyê ew amûra herî girîng bû ku Hîtler bikar anî, bahaneya herî giring bû. Paşê hatiye femkirin ew agir ji aliyê Naziyan ve hatiye derxistin ji bo opozisyonê tasfiye bikin. Berpirsên bûyerên 6-8ê Cotmehê AKPê ye. Bûyerên ku ew jê berpirsin me didarizînin hewl didin xwe jê xelas bikin. Ji ber vê yekê HDPê kirine hedef. Lê ew dê bisernekeve.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst