LÊKOLÎN - Di nav hilbijêrên Kurd de rêjeya dengên AKPê %50 kêm bûye

09-11-2022
RÛDAW
Nîşan Spectrum House Hilbijêrên Kurd HDP AKP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Navenda Lêkolînê ya Spectrum House di nav hilbijêrên Kurd de rêjeya dengên AKPê %50 kêm bûye û li parêzgehên Bakurê Kurdistanê rêjeya dengên HDPê derketiye %74.7an.

Navenda Lêkolînê ya Spectrum House di navbera 25ê Îlonê û 10ê Cotmeha 2022ê ligel 1934 beşdarvanan ku temenê wan bi ser 18 salî de ye rapirsiyek bi navê “Meyîla Hilbijêrên Kurd” kiriye û %48,3 beşdarvanên rapirsiyê jin û %51,6 jî mêr in.

Li gor rapirsiyê rêjeya dengên AKPê bi awayekî ber bi çav daketiye û her diçe jî kêmtir dibe. Herwiha berovajî vê yekê rêjeya dengên HDPê jî li gor hilbijartina borî zêdetir bûye û hilbijêrên ku dê cara yekem dengên bikarbînin %78.7an  gotine emê dengê xwe bidin HDPê.

Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê li ser pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartin bên kirin hunê dengên xwe bidin kîjan partiyê” %74.7 hilbijêrên Kurd gotine HDP û %6.6 jî gotine AKP. Herwiha hilbijêrên Kurd ên li parêzgehên Tirkiyê jî %70.3 gotine HDP û %12.8 jî gotine AK Partî.

Hilbijêrên Kurd li parêzgehên Bakurê Kurdistanê

HDP %74.7

AKP %6.6

CHP %5.9

Bê Biryar %4.8

Dengê xwe bikar naynim %4.8

Hilbijêrên Kurd li parêzgehên Tirkiyê

HDP %70.3

AKP %12.8

CHP % 7.4

Bê Biryar %3.9

Dengê xwe bikar naynim % 3.1

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst