Li Stenbolê 4 metrobus li hev qelibîn

09-09-2022
RÛDAW
Nîşan Stenbol Metrobus Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Avcilarê ya ser bi parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê, 4 metrobusan li hev dan û di encamê de 42 kes birîndar bûn.

Îro êvarî 9ê Îlonê, li rawestgeha Avcilarê 2 metrobusên ku her yek ji aliyekî de dihat li hev dan û 2 metrobusên ku li pişt wan jî dihatin li wan her du metrobusan dan. Di encama bûyerê de 42 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên berevaniya şaristanî û tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Tîmên berevaniya şaristaniyê rêwiyên ku di metrobusan de asê mabûn rizgar kirin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên li Stenbolê hatin veguhestin.

Parêzgarê Stenbolî Ali Yerlikaya ragihand, di bûyera Avcilarê de 4 metrobusan li hev daye û 42 kes birîndar bûne.

Ji ber bûyerê li Avcilarê li beşa Ewropa ya Stenbolê çûnûhatina metrobusan ji her du aliyan rawestiya û qêlebalixiyeke zêde li rawestgehên metrobusan çêbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst