Kesekî xesû û hevjîna xwe kuşt

09-08-2021
RÛDAW
Nîşan Antalya Hevjîn Xesû Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Navçeya Kumlucaya Antalyayê ya Tirkiyê kesekî xesû û hevjîna xwe ya berê kuşt. Sûcdarê ku reviya, paşê het desteserkirin.

Li taxa Yenî ya ser bi navçeya Kumlucaya Antalyayê ve kesê bi navê A.A. xesû û hevjîna xwe ya berê kuşt.

A.A yê ku çû mala hevjîna xwe ya berê Gulcan Kilinç ku bi diya xwe Gulîzar Kilinç re dijiya, gulebaran kir. Di encama gulebaranê de keç û diya xwe brîndar bûn.

Tîmên tendirustiyê yên ku çûn cihê bûyerê dan zanîn ku Gulîzar Kilinç li cihê bûyerî jiyana xwe ji dest daye. Herwiha dema ku Gulcan Kilinç ji bo nexweşxaneyê dihat veguhestin, di ambûlansê de jiyana xwe ji dest da.

Pîştî lêkolîna serdozgeriya komarî li cihê buyerê, termên herduyan bo morga saziya tiba edlî ya Antalyayê hatin şandin. A.A. yê ku reviyabû hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst