YSKyê derbarê îtîraza DEM Partiyê ya li ser Şirnexê biryar da

09-04-2024
Ferdî Sak
Nîşan YSK DEM Partî Şrinex Abdullah Gungen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê îtîraza DEM Partiyê ya betalkirina hilbijartinên xwecihî yên li parêzgeha Şirnexê red kir.

Şirnex bi veguhastina derdora 6 hezar dengderên leşker û polîs ji bajarên din bûbû rojev.

Di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê de çend bajar û navçe hebûn ku partiyên siyasî derbarê encamên wan de li Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) îtiraz kiribû.

YSKyê îro biryara xwe ya derbarê serlêdan û îtîrazên partiyên siyasî yên li ser şaredariyên 6 bajar û 10 navçeyên Tirkiye û Kurdistanê eşkere kir.

Daxwaza Partiya Vatanê ya Wanê hat redkirin

Li gorî zanyariyan Partiya Vatanê derbarê encamên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê îtîraz kiribû.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan li Wanê bi ser ketibû û û Partiya Vatanê daxwaz kiribû ku hilbijartin bên betalkirin lê YSKyê îtîraza Partiya Vatanê red kir.

Daxwaza DEM Partiyê ya Şirnexê hat redkirin

Herwiha YSKyê daxwaza DEM Partiyê ya betalkirina hilbijartinên parêzgeha Şirnexê jî red kir.

DEM Partiyê ragihandibû ku derdora 6 hezar dengderên leşker û polîsên ku niştecihbûna wan ne li Şirnexê ne anîne wê derê û AK Partî bi wî awayî bi ser ketiye.

Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê Abdullah Gungen  derbarê biryara YSKyê de ji Rûdawê re axivî.

“Şirnex bi awayekî neyasayî hatiye wergertin”

Gungen got, “Herkes dizane ku AK Partiyê ev hilbijartin bi awayekî neyasayî wergirtiye û derdora 6 hezar dengder veguhastine Şirnexê.

Me piştî encaman îtîrazî Lijneya Hilbijartinan a Şirnexê kiribû û me daxwaz kir hilbijartin bên betalkirin lê ew daxwaz hat redkirin.

Piştre hevalên me yên navenda partiyê li Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) îtiraz kir lê ev daxwaz jî hat redkirin.”

“Ji bo deng bidin AK Partiyê polîs û leşker ji bajarên din anîn"

Abdullah Gungen derbarê sedemên redkirina daxwaza wan a ji aliyê YSKyê ve jî wiha anî ziman:

“Wekî sedem jî YSK dibêje dengderên leşker û polîs ku hûn dibêjin niştecihbûna wan ne li Şirnexê ye lê niştecihbûna wan li Şirnexê ye.

Herkes dizane ku niştecihbûna wan ne li Şirnexê ye.

3 meh berî hilbijartinê ji bo ku di hilbijartinan de deng bidin AK Partiyê ew ji bajarên cuda anîne û niştecihbûna wan li navendên polîs û leşkeran ên li Şirnexê tomar kirine.”

“Bi dengên diziyê hatiye hilbijartin”

Di berdewamiya axaftina xwe de Abdullah Gungen got, “Ti rewatiya Mehmet Yarka (Şaredarê Şirnexê) di nav gel de nîne.

Ew ne şaredarê gelê Şirnexê ye û bi dengên diziyê hatiye hilbijartin.

Van hilbijartin hemû cîhanê jî zanî ku AK Partiyê ji bo ku li bajarên Kurdan bi ser bikeve ji bajarên din ên Tirkiyeyê dengder veguhastine.”

Ji bilî Şirnexê AK Partiyê jî daxwaz kiribû ku li Erdexanê deng ji nû ve bên hejmartin ku berbijêrê CHPyê bi ser ketibû lê ew daxwaza AK Partiyê jî hat redkirin.

CHPyê jî daxwaz kiribû li Kirklarelyê, MHPyê li Amasyayê û DEM Partiyê jî daxwaz kiribû ku li parêzgeha Çewligê deng ji nû ve bên hejmartin lê daxwazên wan aliyan jî hatin redkirin.

YSKyê herwiha daxwaza CHPyê ya betalkirina hilbijartinan li navçeya Yerkoyê ya Yozgatê û heman daxwaza Partiya Yenîden Refahê ya li navçeya Siwêregê ya Rihayê jî red kir.

AK Partiyê ji YSKyê daxwaz kiribû ku li navçeya Emetê ya Kutahyayê, DEM Partiyê li navçeya Norşînê ya Bedlîsê, CHPyê li navçeya Sariçamê ya Edeneyê û li navçeya Kizilcahamamê ya Enqereyê, Partiya Yenîden Refahê li navçeya Oguzeliyê ya Dîlokê, Partiya Yekitiya Mezin (BBP) li navçeya Geredeyê ya Boluyê û navçeya Îspîrê ya Erziromê deng ji nû ve bên hejmartin lê saziya navborî ev daxwazên aliyên siyasî jî red kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst