ŞIRNEX - Li hinek herêman 15 rojan qedexe hat ragihandin

29-09-2023
RÛDAW
Nîşan Şrinex Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê li hinek herêman 15 rojan qedexe hat ragihandin.

Li parêzgeha Şirnexê herêmên Çiyayê Cûdiyê, Besta, Çiyayê Gabarê, Çiyayê Tenînê û hinek herêmên din 15 rojan qedexe hat ragihandin.

Ev herêm wekî “herêma ewle ya taybet” a demkî hatin destnîşankirin û çûn û hatina wan herêman hat qedexekirin.

Parêzgariya Şirnexê derbarê herêmên ku hatine qedexekirin wiha got:

“Bi armanca rêgirîkirina bûyerên tundûtûjiyê û rewşên neyînî û dabînkirina ewlehiya neteweyî, ewlehî û rêkxistina raya giştî di çarçoveya Yasaya Herêmên Qedexe yên Leşkerî û Herêmên Ewle de herêma Çiyayê Cûdiyê ya di navbera navenda Şirnex û Cizîr, Silopiya, Basa, Qileban û Elkê û herêma Bestayê, Çiyayê Gabarê, Çiya Gurê, Kureşîn, Kela Memê, Çiya Zêrê, herêma gundê Dol û Tenînê di navbera 28ê Îlonê û 12ê Çiriya Pêşîn de maweyê 15 rojan wekî `herêma ewle ya taybet` a demkî hat ragihandin.”

Parêzgariyê herwiha di daxuyaniyê de diyar kir ku bi şev û roj çûn û hatina welatiyan a wan herêman ji bo ewlehiya can û milkê wan metirsî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst