Partiyên siyasî îro lîsteyên xwe radestî YSKê dikin

09-04-2023
RÛDAW
Nîşan YSK Partiyên Siyasî
A+ A-

Hewrlêr (Rûdaw) - Dema partiyên siyasî bo hilbijartinên 14ê Gulanê lîsteyên xwe yên berbijêriya parlamenteriyê pêşkêşî Desteya Bilind a Hilbijartinan bikin 9ê Nîsanê demjimêr 17.00 bi dawî dibe.

Rojjimêra hilbijartinê ya Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) berdewam e. Li gor rojjimêra ku hatiye eşkerekirin divê partiyên siyasî 9ê Nîsana 2023an heta demjimêr 17.00 lîsteya berbijêrên xwe yên parlamenteriyê pêşkêşî Serokatiya YSKê bikin.

Roja Şemiyê 8ê Nîsanê MHP, TKP, Partiya Rizgariya Gel (HKP) û Partiya Millet lîsteyên xwe radestî Desteya Bilind a Hilbijartinan kirin.

Lîsteyên bên radestkirin dê ji aliyê YSKê ve bên lêkolînkirin,e ger pirsgirêkek hebe dê heta 14ê Nîsanê dem bo aliyên peywendîdar bê dayîn. Piştî wê dê lîsteya berbijêran a demkî 15ê Nîsanê û lîsteya esasî jî 19ê Nêsanê bê eşkerkirin.

Piştî wê lîsteyên berbijêran û berbijêrên serbixwe yên ku misoger bûne dê di radyo, televizyon û rojnameya fermî de bên belavkirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Serokê Partiya Saadetê Mahmut Arikan, Serokê Partiya DEVAyê Ali Babacan û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu / Wêne: Arşîv

Partiyên Saadet, DEVA û Paşerojê partiyeke nû ava dikin

Saadet, DEVA û Partiya Paşerojê ji bo ku di bin navê partiyekê de kom bibin dê daxwaznameyê pêşkêşî Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bikin