Li Qamişloyê partiyên siyasî êrişên Tirkiyeyê protesto kirin

16-01-2024
Xalid Cemîl Mihemed
Li Qamişloyê partiyên siyasî êrişên Tirkiyeyê protesto kirin
Li Qamişloyê partiyên siyasî êrişên Tirkiyeyê protesto kirin
Nîşan Qamişlo Tirkiye Êriş Partiyên Siyasî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiyên siyasî, li bajarê Qamişloyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî êrişên artêşa Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê protesto kirin.

Partiyên siyasî yên li Qamişloyê, li ber baregeha Neteweyên Yekbûyî kom bûn û zêdebûna êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê protesto kirin.

Partiyên siyasî banga xwe arasteyî rêxistinên navdewletî kir.

“Projeyên xizmetguzariyê dikin armanc”

Nûnera Partiya Nûjenî û Demokrasiyê ya Sûriyeyê Heyfa Mamo got:

“Êriş ji Kobaniyê dest pê dikin heta Dêrikê. Armanca êrişan ew e ku jêrxaneya navçeyê û projeyên xizmetguzariyê bike armanc.

Êdî hemû ji kar ketine û nikarin xizmetguzariyê ji welatiyan re bikin. Bajarê Amûdê ji ber ku hat armanckirin bê av e.

Herwiha gelek xalên girîng ên wekî zeviyên gazê û petrolê bûn armanc.”

Partiyên siyasî xwest ku hêz, dewlet û aliyên pêwendîdar êrişên Tirkiyeyê asteng bikin.

"Ji ber ku kes dengê xwe nake êrişên didomîne"

Heyfa Mamo herwiha got:

“Hevpeymaniya Navdewletî bi serkêşiya Amerîkayê ku îro li hemberî êrişan bêdeng e, ti gavên cidî neavêtine.

Ji ber ku ev ne cara yekem e û ne jî dê cara dawî be lê êrişên dewleta Tirkiyeyê her berdewam in. Ji ber ku îro ti pabendî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî, Hevpeymanan û Amerîkayê ve nayên kirin.

Êdî dema Tirkiye dibîne ku ti kes li hemberî wê ranaweste êdî êrişên xwe berdewam dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst