Osmaniye - Xwişk û birayek li bendê ne ku dê û bavê wan bi saxî an mirî bên derxistin

09-02-2023
RÛDAW
Tîmên lihewarçûnê karê xwe yê rizgarkirinê berfireh dikin
Tîmên lihewarçûnê karê xwe yê rizgarkirinê berfireh dikin
Nîşan Erdheja Mereşê Osmaniye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Gelek kes ji dervey Tirkiyê bi hawara kesûkarên xwe yên di bin kavilên hilweşiyayê de mane vegeryane.

Li bajarê Osmaniyê ku ji ber erdehejên navendê wê Mereş bûn, ziyaneke zêde çêbûye. Tîmên Fransî û yên Tirkiyê bi hev re li ser kavilan kar dikin. Jin û mêrekî bi temen di bin avahiyekê de mane. Zarokên wan ji Swêdê hatine bi hewara wan ve û li hêviyê ne ku dê û bavê wan zindî ji bin wan kavilan bêne derxistin.

Bûka malbatê Filiz Şahindal dibêje: “Tenê çaverê ne mucîzeyek çêbibe û dayik û bavê hevjînê min bên derxistin. Çaverê dikin, hêviya me heye zindî bên derxistin lê wek dibînin gelekî zehmete.”

Du timên Fransî û Tirkiyê bi hevre zindî yan jî mirî bo dîtina qurbaniyan dest bi lêgerînê kirine. Lê tîmên rizgarkirinê dibêjin, 3 roj di ser erdhejê re derbas bûye û hêviya zindîderxistina mirovan kêm bûye.

Endamê Tîma Avakirina Asayîş û Mirovî Sarcent Basil jî got: “Em dizanin ji bo alîkariyê dem nemaye û ji bo ku em mirovan bi saxî derxînin divê em bi lez û bez kar bikin. Armanca me ew e ku heta ji dest me tê em mirovan zindî derxînin.”

Roja Duşemê 6ê Sibatê erdhejeke mezin bi pileya 7.7 pileyê Rîxter ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê li Bakurê Kurdistanê bû, Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê hejand. Di heman rojê danê nîvro de erdhejeke din bi hêza 7.6 pileyê rîxer navçeya Elbistan a Mereşê hejand.

Erdhejê bandor li Sûriyê û Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê jî kir û bûye sedema wêraniyeke mezin û mirina bi sedan kesan û birîndarbûna bi hezaran kesên din.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst