Biryara HDPê bo destnîşankirina berbijêrê serokkomar bû sedema nîqaşan

09-01-2023
Ruweyda Mistefa
 HDP biryar daye bi berbijêrê xwe beşdarî hilbijartinan bibe
HDP biryar daye bi berbijêrê xwe beşdarî hilbijartinan bibe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryar da ku berbijêrê xwe ji bo serokkomariyê destnîşan bike û ev yek di nava siyaseta Tirkiyê de bû sedema gotûbêj û nakokiyên kûr.

Ev biryara ku roja Şemiya derbasbûyî hate ragihandin, meydana siyasetê bi carekê de hejand û hemû hesabên li ser hilbijartinan ser û bin kirin.

HDP dibêje, madem partiyeke siyasî ne û beşdarî hilbijartinan dibin, wê demê çima nikaribin berbijêrê xwe derxin. Lê aliyên opozîsyonê vê biryarê weke perçekirina dengên opozîsyonê dibînin û rexne dikin.

Endam û alîgirên HDPê dibêjin, ew ne bankeya dengan a tu aliya ne û opozîsyona ku naxwaze bi awayekî eşkere danûstandinê li gel wan bike, bela daxwaza dengên wan jî neke.

Hevseroka HDPê Pervin Buldan roja Yekşemê li bajarê Îdirê careke din ev mijar anî rojevê û got: “Çima berbijêrê HDPê nebe? Çi HDPê ji yê we kêmtir e? Daxwazên HDPê li vî welatî nînin? HDP ne partiyeke siyasî ye? Bi liberçavgirtina van hemûyan, dixwazin careke din bibêjim ku HDP ligel hevpeymanên xwe berbijêrê xwe destnîşan dike.”

Hevpeymaniya şeş partî ya opozisyonê bi serokatiya CHPê, bo guhertina desthilatê pêdiviya wê bi piştgiriya HDPê heye.

Ji aliyekî ve li bermaber guşarên desthilatê û bêdengiya li ser girtina HDPê, li aliyê din bo bidawîanîna desthilata 20 salî ya Erdogan, bi hêvî ye HDP piştgiriya wê bike.

Serokê Fraksyona CHPê Ozgur Ozel dibêje: “Maseya şeş partî tenê yek berbijêrê wê dibe, lê maseya şeş partî, wek çawa me Stenbol bir, wek çawa di hevpeymaniya Stenbolê de bû, bo pêkanîna hevpeymaniya Tirkiyê em hemû bi hev re kar dikin, daku bi hev re biserkevin.”

ÎYÎ Partî ya bi serokatiya Meral Akşener yek ji wan aktorên serekî yên maseya şeş partî ye ku bi ti awayekî nêzîkî HDPê nabe.

Piraniya dengderên wê neteweperest in û piştgiriya pêkanîna operasyona serbazî bo ser Rojavayê Kurdistanê dikin.

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener jî got: “Di hilbijartinên 2023an de dibînin ku berbijêrê Hevpeymaniya Millet dibe 13emîn serokkomarê Tirkiyê. Bêguman Meral Akşener dibe serokwezîr, lê ÎYÎ Partî dibe partiya yekem.”

Li Tirkiyê çend meh ji hilbijartina parlamento û serokkomar re mane. Herçiqas HDPê biryar daye bi berbijêrê xwe biçe hilbijartinan, lê bi tevahî derî li ber opozisyonê negirtiye bo rêkeftina li ser berbijêrekî hevbeş.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst