Li 41 parêzgehan 257 qaçaxçî hatin desteserkirin

08-11-2024
RÛDAW
Nîşan Qaçaxçiyên Koçberan Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li 41 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 257 qaçaxçiyên koçberan hatin desteserkirin û 59 ji wan hatin girtin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di nav 2 hefteyên dawî de li 41 parêzgehan di operasyonên bi navê “Kalkan-28” de 257 qaçaxçiyên koçberan hatine desteserkirin.

Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê tora civakî derbarê operasyonên rûbirûbûna qaçaxçîtiya koçberan de daxuyaniyek belav kir.

Yerlîkaya da zanîn ku li 41 parêzgehan operasyon hatine kirin û 257 kes bi îdiaya qaçaxçîtiya koçberan hatine desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê ji wan 59 kes bi biryara dadgehê hatine girtin, 22 kes bi biryara kontrola edlî hatine berdan û karûbarên yasayî yên 176 kesan jî didome.

Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe sala 2024an li dijî qaçaxçiyên koçberan 6 hezar û 339 operasyon hatine kirin û 3 hezar û 924 kes bi îdiaya qaçaxçîtiya koçberan hatine girtin û hezar û 693 jî hatine berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst