Bi hinceta Cemaeta Gulen 27 kes hatin desteserkirin

08-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi hinceta endamtiya Cemaeta Gulen derbarê 68 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn û li Stenbolê 27 kes ji wan hatin desteserkirin. Bo desteserkirina kesên din jî operasyon berdewam in.

Îro 8ê Mijdara 2022ê navend Îzmîr li 12 bajaran bi hinceta endamtiya Cemaeta Gulen bo desteserkirina 28 kesan ku biryara desteserkirina wan hatibû dayîn operasyoneke hemwext hat kirin. Kesên biryara desteserkirina wan hatiye dayîn xwendevanên dibistana serbazî, serbaz û ew polîs in ku ji kar hatine derxistin.

Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê, bi hinceta endamtiya Cemaeta Gulen derbarê 28 kesan de biryara desteserkirinê dabû, di vê çarçoveyê de îro oparasyonek hat despêkirin.

Navend Mêrsîn li 3 bajarên din ên Tirkiyê bo desteserkirina 15 kesan bi hinceta endamtiya Cemaeta Gulen operasyonên hevwext hatin kirin. Di nav wan de personelên serbazî, xwendevanên dibistana serbazî, mamostayên xanenişîn, polîs û çawîşên pispor ên ku ji kar hatine dûrxistin hene.

Herwiha navend Stenbol li 5 bajaran ji 34 kesên ku bi hinceta endamtiya Cemaeta Gulen derbarê wan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn, di operasyonên hevwext de 27 kes hatin desteserkirin ku piraniya wan serbazên berê û xwendevanên dibistana serbazî ne. Heta niha jî li wan bajaran operasyon berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst