Qeyrana aborî li Tirkiyê bandor li rewşa xwandekarên Kurd kiriye

08-10-2018
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Hejmarek ji xwandekarên Kurd ên li Stenbolê dibêjin, ji ber bandora krîza aborî ew nikarin xwandina xwe bi dawî bikin.
Hejmarek ji xwandekarên Kurd ên li Stenbolê dibêjin, ji ber bandora krîza aborî ew nikarin xwandina xwe bi dawî bikin.
Nîşan Tirkiye Qeyrana aborî Xwandin Xwandekarên Kurd
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Ji ber zêdebûna kirêya xaniyan û duqat zêdebûna buhayê her tiştî, bi taybetî xwendekarên Kurd bi kêşeyên giran re rûbirû ne. Gelek ji wan neçar mane ku digel xwendinê di karekî de jî bixebitin. Xwendevanên Kurd dibêjin, êdî ew nikarin di vê kirîzê de xwandina xwe berdewam bikin.

 

Qeyrana aborî  ya ku hemû qadên jiyanê û bazara Tirkiye xistiye nava metirsiyê, bandoreke nerênî li ser proseya xwendinê û rewşa xwendekarên zanîngehê jî dike.

 

Di nava salekê de kirêya xaniyan li Stenbolê ji sedî 20 ta sedî 50 zêde bûye. Li aliyê din bihayê sewze, mêwe, her cûre xwarin, vexwerin, cilûberg û hemû pêdiviyên din jî ji sedî 30 ta sedî 60 zêde bû. Ew jî dike ku xwendekarên Kurd nekaribin xaniyan kirê bikin û neçarbin di karekî de bixebitin.

 

Delîl Tarim yek ji xwendekarên Kurd ên li Stenbolê ji Rûdawê re behsa rewşa xwandekarên Kurd dike û dibêje: “Pir zehmet e. Em li welêt hatine û em li vir hevdu digirin û em dikevin xaniyên ne baş jî. Em li ser çanda xwe xebatan dikin û jiyana xwe wisa derbas dikin.”

 

Li Stenbolê nêzikî 50 zanîngehên taybet û yên hikûmetê hene ku ji sê paran parek xwendekarên wan jî Kurd in. Ji ber fişarên netewperest û geşedanên siyasî ewana nikarin ku li yûrdan bimînin. Ew jî neçar in da ku ji xwe re xaniyan kirê bikin. Lê ji bo wê jî ew neçar in di karên weke înşaat û karên rojane de bixebitin.

 

Xwendekarê Zankoyê, Emrullah Taş jî dibêje: “Ji bo ku em karibin xwendina xwe berdewam bikin em neçar in ku em di karên rojane de bixebitin. Kirê gelekî zêde bûne. Dahateke me ya baş jî nîn e zehmetiyên me zêde dibin. Mesrefê xwendekarekî li vir herî kêm hezar 500 lîre ye. Em eger nexebitin emê nikaribin bixwînin jî.”

 

Bandora ku berzbûna dolar li ser aboriya vî welatî hişt, pêşî li nava bazarê, pişt re jî di hundirê malan de kêşeya debarê peyda kir. Ew yek ne tenê xwendekarên kurd lê ên tirk jî tîne wê merhaleyê ku dev ji zankoyan berdin. Lê kurdbûn, barê xwendekarên Kurd ji çend hêlên din ve jî girantir dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst