Yekane bersûcê Doza Licê Eşref Hatipoglu mir

08-08-2022
RÛDAW
Nîşan Eşref Hatipoglu mir Doza Licê Bahtiyar Aydin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Lîwaya Cendirmeyan a Amedê yê wê demê û yekane bersûcê Doza Licê Eşref Hatipoglu mir.

Piştî ku Fermandarê Herêmê yê Cendermeyan Bahtiyar Aydin di 22ê Cotmeha 1993an de li navçeya Licê ya Amedê di encama sûîqestê de jiyana xwe ji dest da, bûyer derketibûn û di encamê de 16 kes tê de hatibûn kuştin. Yekane bersûcê Doza Licê Eşref Hatipoglu mir.

Di sala 2018an de doza ku li Îzmîrê dihat dîtin, heyeta dadgehê biryara beraata yekane bersûcê Doza Licê Fermandarê Lîwaya Cendirmeyan a Amedê Eşref Hatipoglû da.

Li Licê wê demê çi bû?

Fermandarê Herêmê yê Cendermeyan Bahtiyar Aydin di 22ê Cotmeha 1993an de li navçeya Licê ya Amedê di encama sûîqestê de hat kuştin. Di bûyerên piştî sûîqestê derketibûn de sivîl jî di nav de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di bûyeran de cenderme Yuksel Bayar jî di nav de Ali Nurettin Soyer, Abdullah Akçakmak, Mizgîn Canturk, Huseyin Canturk, Dilbirîn Canturk, Bayram Yildiz, Emîne Kiraç, Zana Çakir, Mustafa Çakir, Saniye Bogan, Ali Şanli, Ali Canpolat, Kudret Ergun ve Muhyettin Guler 15 sivîl jiyana xwe ji dest dabûn.

Rayedarên leşkerî yên wê serdemê ragihandibûn ku Bahtiyar Aydin ji aliyê PKKyiyan ve hatiye kuştin û piştre jî pevçûn derketiye. Piştre li herêmê operasyona leşkerî dabûn destpêkirin.

Li aliyê din parêzerên dozê di îdianameyê de diyar kirin ku li navenda navçeyê li gorî hin daneyan 400 xanî û 242 dikan hatine şewitandin û nifûsa Licê ya ku ji ber wêrankirinê ji 13 hezaran daket 2500î.

20 sal piştî bûyerê doz hat vekirin

20 sal piştî bûyerê 20, beriya ku dem di ser de derbas bibe Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdianameyekê amade kir.

Piştî ku 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îdianameyê qebûl kir, rûniştina Doza Licê di sala 2013an de dest pê kir.

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de hat qetilkirin yek ji parêzerên dozê bû.

Di îdianameyê de ji bo Eşref Hatîpoglu û Tûnay Yanardag bi îdiaya "kuştina bi plan", "teşwîqkirina xelkê ji bo serhildanê û hev kuştin", "Avakirina rêxistineke ku sûc bike " cezayê heta hetayê yê giran û heta 24 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.

Hem şahidên dozger û hem jî gelek rayedarên fermî yên ku wê demê li Licê wezîfedar bûn, îdia kirin ku di 22'ê Cotmeha 1993'an de li Licê pevçûn derneketiye û wêrankirina li navçeyê ji aliyê "leşkerên derketine operasyonê" ve hatiye kirin.

Di 29ê Çileya 2015an de ji ber hincetên ewlehiyê biryar hatibû dayîn ku doz li Îzmîrê dewam bike.

Di rûniştina ku li Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat kirin de heyeta dadgehê biryara beraeta bersûc Eşref Hatipoglu ji "hemû sûcên li dijî wî" da.

Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî 26 sal e di girtîgehê de ye.

Mehmet Emîn Ozkanê 83 salî ku ji ber îdiaya şewitandina Licê û kuştina Bahtiyar Aydin hat girtin, 26 sal e di girtîgehê de ye.

Ji ber gelek nexweşiyên ku pê re hene, tevî rapora ku “nikare di girtîhgehê de bimîne” Ozkan hê jî di girtîgehê de tê girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst