Di çalakiya Dayikên Şemiyê de 30 kes hatin desteserkirin

08-07-2023
RÛDAW
Nîşan Dayikên Şemiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê di çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Meydana Galatasarayê de polîsan midexale kir û 30 Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirov hatin desteser kirin.

Dayikên Şemiyê ji sala 1995an ve li Meydana Galatasarayê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine wendakirin bipirsin û kiryarên wan bên darizandin, 954 hefte ne çalakiya rûniştinê dikin.

Dayikên Şemiyê ku her hefte dixwazin qurnefîlan li Meydana Galatasarayê ya Stenbolê deynin û daxuyaniyê bidin, ligel biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî rûbirûyê midaxeleya polîsan dibin.

Di 954emîn hefteya çalakiyê de careke din polîsan rê nedan Dayikên Şemiyê û herî kêm 30 Dayikên Şemiyê û  parazvanên mafên mirov hatin desteserkirin.

Piştî Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê biryar da ku “qedexekirina rûniştinê ya li Meydana Galatasarayê binpêkirin e”, Dayikên Şemiyê her roja Şemiyê li Meydana Galatasarayê kom dibin lê polîs rê nadin çalakiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst