BISAM: Li Tirkiyê enflasyona kirêyê ji %92 ye

08-07-2022
RÛDAW
Nîşan BISAM DISK Tirkiye Kirê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînên Çînan ser bi Sendîkaya Metal-Iş ya girêdayî DISKê (BISAM) ragihand di Hezîrana 2022ê de enflasyona kirê ne ji sedî 22 ye ya rastî ji sedî 92 ye.

Navenda Lêkolînên Çînan ser bi Sendîkaya Metal-Iş ya girêdayî DISKê (BISAM) raporta xwe ya Zêdebûna Kirê û Enflasyonê ya Hezîrana 2022ê eşkere kir.

BISAM di raporta xwe de dibêje amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ji yên rasteqînê kêmtirin û sedema herî girîng ya vê yekê jî ferqa hesabên kirê ye.

Li gor raporta BISAMê, li gor xerciya enflasyona kirêdaran û nirxên koma madeyên TUIKê ji sedî 70 tê xuyakirin. Li gor endeksa Milkan jî bihayê avahiyên bi kirê ji sedî 155 zêde bûye.

Li gor vê yekê di vê demê de kesên ku ji neçarî ji xaniyekî derkevin, diçin xaniyekî nû û li beramber gefên xwediyê xanî neçar dimîn li gor rêjeya bazarê kireya wan zêde dibe rêjeya enflasyon bo wan ji sedî 92.5 e.

Di raportê de tê gotin li gor amarên TUIKê zêdebûna kireya salane wek ji sedî 22.8 hatiye eşkere kirin lê ev di jêr rêjeya enflasyona giştî dimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst