Parlamentera DEM Partiyê: Hûn li Kurdistanê dagîrker in

08-06-2024
RÛDAW
Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz
Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz
Nîşan Salîha Aydenîz Omer Ocalan DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîzê danîna qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê rexne kir û got, “Hûn hiqûqa mêtîngariyê ji bo Kurdan rewa dibînin, hûn li Kurdistanê dagirker in”

Herwiha Omer Ocalan jî got, “Li vê derê bo Xezeyê digirî lê li Colemêrgê polîtîkaya Îsraîlê dide meşandin.”

Li Parlamentoya Tirkiyeyê nîqaş û aloziyên piştî danîna qeyûm a ser ser Şaredariya Colemêrgê berdewam in.

Parlamenterên DEM Partiyê helwêsta Îsraîlê ya li hemberî Filistînê wekî mînak didin û li ser wê, helwêsta hikûmeta AK Partiyê ya li hemberî Kurdan bi tûndî rexne dikin.

“Hûn li Kurdistanê dagirker in”

Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîzê got:

"Li vê derê li aliyekî avahiya Parlamentoya Xezeyê heye û li aliyê din piştî danîna qeyûm avahiya Şaredariya Colemêrgê heye.

We hevserokê me yê şaredariyê destser kir û we bi tiştên çêkirî hevalê me girt.

We meclîsa me ya şaredariyê jî hilweşand. Hûn hiqûqa mêtîngariyê ji bo Kurdan rewa dibînin.

Hûn Kurdan wekî welatî nabînin. Hûn Kurdan bi dabeşkariyê tawanbar dikin lê dabeşkariya herî mezin hûn bi xwe dikin.

Referandûma li Başûr we aciz dike. Hilbijartina li Kerkûk û Rojava we aciz dike.

Ji ber ku xwerêvebirina Kurdan we aciz dike. Hûn çiqas aciz jî bibin Kurd dê li her derê xwe bi rê ve bibin.

Hûn li Kurdistanê dagirker in."

“Li Colemêrgê polîtîkaya Îsraîlê dide meşandin”

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan jî wiha anî ziman:

"Li vê derê bo Xezeyê digirî lê li Colemêrgê polîtîkaya Îsraîlê dide meşandin.

Li vê derê behsa zilma Îsraîlê dike lê îradeya Colemêrgê qebûl nake."

Parlamenterên grûba AK Partiyê jî hemû rexneyên DEM Partiyê red dikin û dibêjin darazê di mijara qeyûm de biryareke siyasî nedaye û erkê xwe bicîh aniye.

“Qeyûm ne bijardeyek e lê ji neçarî ye”

Parlamenterê AK Partiyê Murat Alparslan wiha anî ziman, "Şaredarî ji bo xizmeta bajar û xelkê xwe dest bi kar dikin.

Lê em li bûyerên berçav dinêrin mixabin li şûna başkirina kalîteya jiyana xelkê û bajêr terorê fînanse dikin.

Piştevaniya lojîstîkî dane gelek çalakiyên terorê û mirov ji bo wan dabîn kirine û ev rastiyeke eşkere ye.

Di vê çarçoveyê de bi desthilateke destûrî û yasayî danîna qeyûm ji aliyê dewletê ve ne bijardeyek e lê ji neçarî ye."

Piştî ku Hikûmeta Tirkiyeyê 3yê vê mehê bo cara sêyem qeyûm danî ser Şaredariya Colemêrgê, nîgeranî li cem DEM Partiyê çêbûye ku wekî du serdemên berê bi heman awayî qeyûm li ser şaredariyên wê yên din jî bên danîn.

Ji ber Serokkomarê Tirkiyeyê piştî biryara qeyûm gotibû “Colemêrg pêngave yekem e.”

DEM Partiyê jî li hember vê yekê li navçe û parêzgehên cûda yên Bakurê Kurdistanê li ser nerazîbûn û xwepêşandanan berdewam e û dibêje ew dê heta dawiyê li dijî qeyûman li berxwe bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst