Komeleyên Kurdan nerazîbûn nîşanî nîjadperestiya li dijî Amedsporê dan

08-03-2023
RÛDAW
Komeleyên Kurdan nerzîbûn nîşanî nîjadperestiya li dijî Amedsporê dan
Komeleyên Kurdan nerzîbûn nîşanî nîjadperestiya li dijî Amedsporê dan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Komeleyên bajarên Bakurê Kurdistanê, li Stenbolê li Navenda Komeleya Mafên Mirovan İHDê bi rêya daxuyaniyekê nerazîbûn li hemberî bûyerên nîjadperestî yên li dijî Amedsporê nîşan dan.

Kluba Amedsporê ku piraniya yarîzanên wê Kurd in, roja Şemiyê bi armanca leyistika ligel Bursasporê ji bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê çûn bajarê Bursa yê Tirkiyê.

Heman şevê bi dehan alîgirên Bursasporê li ber wê otêlê kom bûn ku yarîzanên Amedsporê lê diman, slogana nîjadperestî “Çiqas bextewer e ew kesê dibêje Tirk im” bilind kirin.

Roja Yekşemê piştî nîvro, berî destpêkirina leyistikê, di dema leyistikê de û piştî bidawîbûna leyistikê jî çend caran yarîzan, alîgirên Bursasporê û karmendên polîs êrîşî yarîzanên Amedsporê kirin.

Karvedanên wan êrîşên ser Amedsporê li bajarê Bursa berdewam in û hejmareke komeleyên di bin banê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat ew êriş şermezar kirin.

Federasyona Komeleyên Amedê ya Stenbolê (AMADFED), Konfederasyona Saziyên Sivîl ên Bidlîsê (BITLISKON), Federasyona Komeleyên Erdexanê a Hoçvanê, Federasyona Komeleyên Agiriyê ya Stenbolê, Federasyona Komeleyên Elih Batmanê (ELÎH BADEF), Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF), Federasyona Komeleyên Îdirê (DÎRFED) , Federasyona Komeleyên Karakoçanê (KARDEF), Federasyona Komeleyên Mêrdînê (MARDÎNFED), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Civakî ya Mûşê (MUŞDERFED), Federasyona Komeleyên Xizxêr a Sêrtê û Komeleyên Sêrtê, Federasyona Komeleyên Wanê (VANFED), Platforma Komeleyên Semsûr, Komeleyên Çewligê û (KAYY-DER). ) , Platforma Mêran a Erziromê, Komeleyên Colemêrgê, Komeleyên Qersê û Platforma Çanda Dîgorê, Platforma Komeleyên Şirnexê, Komeleyên Rihayê, Federasyona Komeleyên Patnosê û Komeleya Patnos a Stenbolê (ÎSPAT) bi daxuyaniyeke hevpar nerazîbûn nîşanî kiryarên li dijî Amedsporê dan.

Komeleyên navborî  da zanîn ku ew êrîşên nîjadperestiyê şermezar dikin û dibêjin Amedspor ne bi tenê ye.

Di daxuyaniya hevbeş de wiha hat gotin: “Ev êrîş ne yên yekemin û ne jî yên dawî ne. Berê ev êrîşên nîjadperestî li dijî karkerên demsalî û piştre jî li dijî malbata Kurd a li Konyayê veguherî komkujiyê. Weke ku ji naveroka wan jî tê fêmkirin, ev êrîş ne tenê li dijî Amedsporê bûye, di bin nûnertiya Amedsporê de li dijî hemû beşên civakî û bi taybetî jî li dijî gelê Kurd hatine kirin.

Ev hemû encama feraseteke ku bi salan li hemberî kurdan hatiye afirandin û pêşxistin e. Divê êdî were dîtin ku ev êrîşên li hemberî Amedsporê çiqas organîze ne û encama feraseteke kûr a bi salan e ku li hemberî Kurdan hatiye afirandin e. Ji bo ev feraset bi dawî bibe divê hemû kesên li Tirkiyê dijîn bi hev re hewl bidin.

Em weke Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat û pêkhateyên wê nîşan didin bi Amedsporê re ne û em daxwazê dikin tedbirê li hemberî  êrîşên û kiryarên nijadperestî bigirin û berpirsiyar û sûcdarên van êrişan bên cezakirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst