Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Kompanya ORCê rêjeya dengên AK Partiyê %32 ye û rêjeya dengên CHPê %23.5 e. Dengên HDPê jî %7.3 e.
Kompanya ORC, encamên yekem rapirsiya sala 2023ê ku di navbera 2-5ê Çileya 2023ê li 45 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi 3 hezar û 780 kesan re hatibû kirin, eşkere kir.
Li gor encaman rêjeya dengên Tifaqa Millet ku ji partiyên desthilatê AKP û MHPê pêk tê %38.2 e û dengên Tifaqa Millet ku ji partiyên opozîsyonê CHP û ÎYÎ Partiyê pêk tê %42.6 e.
Rêjeya dengên partiyan jî wiha ne:
Ak Partî: %32
CHP: %23.5
ÎYÎ Partî: %19.1
HDP: %7.3
MHP: %6.2
Partiya Pêşerojê: %2,9
DEVA: %2.5
Partiya Guherîna Tirkiyê: %2.2
Partiya Tirkiyê ya Serbixwe: %1.8
Yên din: %2.5
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse