Nûşîrevan Elçî bû serşêwirmendê CHPê

07-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Baroya Şirnexê Nuşîrevan Elçî ji aliyê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ve wek şêwirmendê sereke hat erkdarkirin.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Baroya Şirnexê yê berê Parêzer Nuşîrevan Elçî ku di dawiya meha cotmehê de di çarçoveya xebatên Maseya Rojhilat de tevlî partiya wî bibû, weke serşêwirmendê destnîşan kir.

Nuşîrevan Elçî ku biraziyê siyasetmedarê Kurd Şerafettîn Elçî ye ji bo xebatên hiqûqî û siyasî hatiye erkdarkirin.

Elçî 26ê Cotmeha 2022ê bi merasîmekê bi awayek fermî derbasî CHPê bibû û rozeta wî ji aliyê Kiliçdaroglu ve pêve hatibû girêdan.

Serokê berê yê Baroya Şirnexê pêştir ji Rûdawê re tekez kiribû ku ew li ser pêşniyara CHPê derbasî wê partiyê bûye û ev çend meh in pêşniyar ji wî re hatiye kirin.

Derbarê armancên xwe yên di nav wê partiyê de jî Nuşîrevan Elçî gotibû “Em dixwazin di nav vê partiyê de ji bo siyaseteke paqij têkoşînê bikin û  mafê mirov, demokrasî û azadiyê bînin Tirkiyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst