Ozgur Ozel li ser lêpirsîna Bakirhan daxuyanî da

07-11-2024
RÛDAW
Nîşan Ozgur Ozel Tuncer Bakirhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê li ser lêpirsîna ku derbarê Tuncer Bakirhan de hatiye destpêkirin daxuyanî da û got, “Ez tevlî nêrînên Tuncer Bakirhan nabim û bi tundî li dijî wan derdikevim lê wî gotina xwe got û divê bi gotin bersiva wî bê dayîn.”

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel îro beşdarî bernameya bibîranîna Weşankar Îlhan Erdost ku 12ê Îlonê hatibû kuştin bû.

Ozel piştî wê li Enqereyê bersiva pirsên rojnamegeran da.

Ozel li ser lêpirsîna îro ya ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve derbarê Tuncer Bakirhan de ji ber gotinên wî yên li dijî tayînkirina qeyûman hat destpêkirin bersiva pirsa rojnamegeran da û anî ziman:

“Ez tevlî nêrînên Tuncer Bakirhan nabim û bi tundî li dijî wan derdikevim lê wî gotina xwe got û divê bi gotin bersiva wî bê dayîn.

Lêpirsîn û nîqaşa rakirina parêzbendiyê nabin.

Ez bi tundî li dijî wan gotinan derdikevim.

Wê rojê li ser otobusê haya min ji wan gotinan nebû.

Eger haya min jê hebûya jî min li wir alozî dernedixist.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst