14 xalên projeyasaya medyaya civakî hatin pesendkirin

07-10-2022
Zînê Cahîde Akgul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiyê ji 40 xalên “Projeyasaya Rûbirûbûna Zanyariyên Nerast” 14 xalên destpêkê hatin pesendkirin û li gor vê yekê hejmara endamên Komîsyona Kerta Ragihandinê ji 9 bo 19an hat zêdekirin.

Li Parlamentoya Tirkiyê 14 xalên “projeyasaya medyaya civakî” bi dengên AKP û MHPê hatin pesendkirin ku opozîsyon bi tundî li hember derdikeve û ev yasayê wek “yasaya sansûrê” bi nav dike.

Li gor xala 14emîn ya hatiye pesendkirin hejmara endamên Komîsyona Kerta Ragihandinê  ji 9 kesan bo 19 kesan hatiye zêdekirin. Herwiha hejmara endamên girêdayî Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyê jî ji 2 kesan bo 3 kesan hatiye zêdekirin.

Li gor yasaya hatiye pesendkirin kerta ragihandinê dê di asta nasnameyeke fermî de be û li gor corên xwe ji hev bên cûdakirin. Wek kerta demkî, ya bo demeke sînordar, ya serbest û kerta berdewam a ragihandinê.

Eger yasaya medyaya civakî li parlamentoyê bi temamî bê pesendkirin, dê li gor yasayê rojnamevan û kesên li ser medyaya civakî parvekirinan dikin; dikarin ji salekê heta 3 salan bi cezaya girtîgehê bên cezakirin. Eger parvekirin bi navekî nihênî yan li ser navê rêxistinekê bê kirin, dê ceza bi qasî nîvê cezayê hatiye dayîn bê zêdekirin.

Eger platformên medyaya civakî yên wek Twitter, Facebook û Youtube û yên din di dema xwestî de bersiva daxwazên saziyên hikûmetê nedin dê cezayê pereyan li wan bê birîn. Dê kesên nûçeyên astengkirî parve dikin an şiroveyan li bin dinivîsînin bên cezakirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst