Dadgehê derbarê xwendekarê ku ji ber Newrozê ji wargehê hatibû avêtin de biryar da

07-07-2023
Mihemed Emin Demir
Nîşan Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê Newroz Bedran Ali Ertugrul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê derbarê xwendekarê Kurd ku ji ber beşdarî Newrozê bûbû ji wargeha zanîngehê hatibû derxistin biryar da ku mafê wî hatiye binpêkirin. Dê dewlet xwendekarê Kurd qerebû bike.

Xwendekarê Kurd Bedran Ali Ertugrul, dema li Zanîngeha Osmangazi ya Eskişehirê dixwend, beşdarî çalakiya Newrozê ya li Zanîngeha Anadoluyê ya Eskişehirê bû. Rêveberiya Zanîngeha Osmangazi ya Eskişehirê derbarê Bedran Ali Ertugrul de lêkolîn da destpêkirin û wî ji wargeha zanîngehê derxist.

Ertugrul, bi hinceta mafê wî hatiye binpêkirin serî li Dadgeha Destûrê da ku biryara zanîngehê ya derxistina ji wargehê bê betalkirin.

Dadgeha Destûrê derbarê serlêdana Ertugrul de biryar da ku, ji ber bi hinceta beşdariya Newrozê ji wargeha zanîngehê hatiye avêtin li gor Xala 34emîn a Destûrê “mafê wî yê civîn, xwepêşandan û meşê” hatiye binpêkirin.

Dadgehê herwiha ragihand, ji ber encamên binpêkirinê ji holê bêne rakirin divê li 10emîn Dadgeha Îdarî ya Enqerê doz ji nû ve were dîtin û 18 hezar lîre qerebûya menewî û 10 hezar û 194 lîre xerciyên dadgehê bo Bedran Ali Ertugrul bê dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst