Hilbijartin bûye rojeva navbera hikûmet û opozisyonê

07-04-2022
RÛDAW
Hilbijartin bûye rojeva navbera hikûmet û opozisyonê
Hilbijartin bûye rojeva navbera hikûmet û opozisyonê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Herçiqas li gor rojjimêra Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê, hilbijartinên parlamento û serokkomariyê Hezîrana 2023ê tê kirin, lê ev mijar berdewam di rojevê de ye.

Serokkomarê Tirkiyê rexneyan li şeş partiyên opozisyonê digre û dibêje: “Ew ji derve ve tên birêvebirin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got: “Ev hilbijartin hewqasî girîng e, kariye hinek kesan li derdora maseyekê kom bike ku di rewşeke normal de eger li kolanê pêrgî hev bibin, slave jî nakin. Şeş partî! Heman tişt li Macarîstanê jî çêbû, li wê derê jî şeş partî hene. Em dizanin jî kî karûbarê rêxistinê bo wan dike.”

Seroka ÎYÎ Partî Meral Akşener ku yek ji wan şeş partiyan e di civîna fraksyona partiya xwe de ragihand ku şiyan û tîma wan amade ye bo wergirtina desthilatê.

Seroka ÎYÎ Partî Meral Akşener dibêje: “Êdî dem hatiye û dewran dizîvire. Desthilat dawiya rê dibîne. Xelk û welat li benda siberojeke geş in. ÎYÎ Partî bi deng û têhn ber bi desthilatê diçe. Bê texsîrkirin, heta wê dema sindoq tên danîn, em dê li ser axaftin, guhdarîkirin û karkirinê berdewam bin.”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu roja Çarşembê li Enqerê ligel hejmarek karker fitara xwe kir û AK Partî wek sedema krîza aborî ya welat binav kir.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî wiha axivî: “Ji Banka Navendî re dibêjin fermo kaxez, pereyan çap dikin. Dema bê hevsengî pere tên çapkirin, nirx bilind dibin. Ji ber vê yekê aborî ji rêya xwe derketiye.”

Opozisyona Tirkiyê giranbûna nirxê sotemeniyê û bazarê wek guşarekê dijî hikûmetê bikar tîne. Hevdem pêwîst dibîne di zûtirîn dem de Tirkiye biçe hilbijartina pêşwext.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst