ISIGê rapora xwe ya li ser mirina karkeran belav kir

06-12-2023
RÛDAW
Nîşan ISIG Mirina Karkeran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - ISIGê ragihand ku meha Çiriya Paşînê 137 karkeran canê xwe ji dest daye.

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) rapora xwe ya meha Çiriya Paşînê ya li ser mirina karkeran eşkere kir.

Di raporê de hat diyarkirin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Çiriya Paşînê 137 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye.

Di nava 11 mehên salê de hezar û 772 karkeran canê xwe ji dest daye.

Li gorî rapora ISIGê, meha Kanûna Paşînê 116 karkeran, Sibatê 195 karkeran, Adarê 130 karkerî, Nîsanê 123 karkeran, Gulanê 146 karkeran, Hezîranê 161 karkeran, Tîrmehê 183 karkeran, Tebaxê 201 karkeran, Îlonê 152 karekran û Çiriya Pêşînê jî 150 karkerî li ser kar canê xwe ji dest daye.

Meha Çiriya Paşînê herî zêde di sektorên avahîsazî û rêyan de mirinên li ser kar çêbûne ku 40 karkerî canê xwe ji dest daye.

13 karkeran di sektora veguhastinê de, 17 karkeran di sektora çandiniyê de, 15 karkeran di sektora keştîvaniyê de, 8 karkeran jî di sektora madenan de cane xwe ji dest daye.

Di nav karkerên ku Çiriya Paşînê canê xwe ji dest daye de 2 zarok in û 7 jî penaber in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst