Kabîneya hikûmeta Tirkiyeyê îro dicive

05-09-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Kabîne Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya hikûmeta Tirkiyeyê, îro bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan dicive.

Biryar e kabîneya hikûmeta Tirkiyeyê îro demjimêr 15:00 bi serokatiya serokkomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan li Enqereyê bicive.

Di rojeva kabîneyê de hevdîtina Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn, mijarên aborî û geşedanên navxweyî û herêmî hene.

Tê pêşbînîkirin ku di civînê de rêkeftina dexlûdan, şerê Rûsya û Ukraynayê û biryarên di navbera Enqere û Moskowê de bên gotûbêjkirin.

Herwiha yek ji rojevên girîng ên kabîneyê aborî ye.

Wezîrê Xezîneyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şimşek û Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz dê armanc û bernameya 3 salî ya nexşerêya aboriyê pêşkêşî kabîneyê bikin.

Mijareke din jî enflasyona bilind û bihayên zêde ne.

Tê çaverêkirin, Erdogan piştî civîna kabîneyê civîneke çapemeniyê li dar bixe û biryarên kabîneyê ji raya giştî re raghîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst