Berbijêrên EMEPê dê di Partiya Çep a Kesk de beşdarî hilbijartinan bibin

06-04-2023
RÛDAW
Nîşan EMEP Partiya Çep a Kesk Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê ragihand ku Partiya Kedê (EMEP) biryar daye ku di bin navê Hevpeymaniya Ked û Azadiyê de beşdarî hilbijartinan nabe, lê Serokê EMEPê dibêje  divê ev yek wek vekişîna ji hevpeymaniya Ked û Azadiyê neyê fehmkirin,  ev karekî yasayî ye û berbijêrên wan dê ji lîsteya Partiya Çep a Kesk  (YSP)  beşdarî hilbijartinan bibin.

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) roja Pêncşemê 6ê Nîsana 2023an bi daxuyaniyekê ragihand ku Partiya Kedê di 24ê Adara 2023ab de serî li wan dabû ku ew dê di hilbijartinên 14ê Gulanê de di bin banê Hevpeymaniya Ked û Azadiyê de beşdarî hilbijartinên  Serokkomarî û Parlamenteriyê bibin, lê ji wê biryara xwe vegeriyaye û ji ew di bin banê Hevpeymaniya Ked û Azadiyê de beşdarî hilbijartinan nabin.

Belavbûna vê daxuyaniyê weke vekişîna EMEPê ji Hevpeymaniya Ked û Azadiyê hat  fehmkirin.

Serokê Giştî yê  EMEPê Ercument Akdenîz jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê vê daxuyaniya Desteya Bilind a Hilbijartinan de daxuyaniyek belav kir.

Akdenîz ragihand wan serlêdana xwe ya derbarê beşdarbûna hilbijartinan a bi logoya EMEPê û di bin banê Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ya ji bo Desteya Hilbijartinan paşdekişandiye û got, “Berbijêrên EMEPê dê careke din di bin banê hevpeymaniyê de ji lîsteya Partiya Çep Kesk de beşdarî hilbijartinan dibe.”

Serokê EMEPê diyar kir ku divê ev daxwaza wan weke vekişîna ji Hevpeymaniya Ked û Azadiyê neyê fêmkirin û got, “Ev mijareke yasayî ye.”

Piştî vê biryarê nav û logoya  Partiya Kedê di pusulayên dengdanê de cih nagire û berbijêrên wê dê bi navê Partiya Çep a Kesk (YSP)  beşdarî hilbijartinan bibin.

Partiya Kedê (EMEP)  wek partiyeke siyasî di sala 1996ande li ser bingehê Marksîzm û Lenînîzmê hatiye avakirin. Niha bo hevahengiya hilbijartinên 14ê Gulanê di Hevpemaniya Ked û Azadiyê ya bi serkêşiya HDPê de cih digire ku ew hevpeymanî di   25ê Tebaxa 2022an de hatiye avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst