TIRKIYE – Salên 2020-2021ê 700 hezar kesan koç kirine

06-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK) ragihand ku di salên 2020 û 2021an de 708 hezar û 84 welatiyên Tirkiyê koça derveyî welat kirine. Ji welatên din jî yek milyon û 80 hezar û 209 kesan koçî Tirkiyê kirine. Saziya Amarên Tirkiyê, Amarên Koçê yên Navdewletî yên sala 2020-2021an eşkere kirin.

Li gor amaran sala 2020an hejmara kesên ji welatên din koça Tirkiyê kirine li gor sala 2019an %49.7 kêm bûye û daketiye 340 hezar û 845 kesan. 98 hezar û 349 kesên ku ji welatên din koça Tirkiyê kirine welatiyên Tirkiyê bûne û 242 hezar û 496 jî welatiyên biyanî bûne.

Sala 2020ê herî zêde bi rêjeya %11.9 welatiyên Iraqê koça Tirkiyê kirine, piştre bi rêjeya %9.4 welatiyên Efxanî, bi rêjeya %7.4 welatiyên Turkmenistanê, bi rêjeya %6.3 welatiyên Rûsyayê û bi rêjeya %6 welatiyên Sûriyê koça Tirkiyê kirine.

Sala 2021ê jî hejmara kesên ji welatên din koça Tirkiyê kirine li gor sala 2020ê %116.9 zêde bûye û hejmar gihiştiye 739 hezar û 364 kesan, ku 124 hezar û 269 welatiyên Tirkiyê bûne û 615 hezar û 95 jî welatiyên biyanî bûne. Herî zêde kesên di navbera 5 û 34 salî de koça Tirkiyê kirine.

Sala 2021ê herî zêde bi rêjeya %12.1 welatiyên Iraqê koça Tirkiyê kirine, piştre bi rêjeya %10.9 welatiyên Îranê, bi rêjeya %6.5 welatiyên Ozbekistanê, bi rêjeya %6 welatiyên Sûriyê û bi rêjeya %5.5 welatiyên Efxanistanê koça Tirkiyê kirine.

Sala 2020an hejmara kesên ji Tirkiyê koça derve kirine li gor sala 2019an %27.3 zêde bûye û gihiştiye 420 hezar û 463 kesan, ku 77 hezar û 810 welatiyên Tirkiyê bûne û 342 hezar û 653 kes jî welatiyên biyanî bûne.

Sala 2021an jî hejmara kesên ji Tirkiyê koça derve kirine li gor sala 2020an %31.6 kêm bûye û 287 hezar û 651 kesan koç kirine, ku 103 hezar û 613 welatiyên Tirkiyê bûne û 184 hezar û 38 kes jî welatiyên biyanî bûne. Tevî ku sala 2021ê hejmara welatiyên biyanî ku ji Tirkiyê koç kirine kêm bûye, lê hejmara welatiyên Tirkiyê ku koça welatên din kirine ji 77 hezar û 810 kesan derketiye 103 hezar û 613 kesan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst