Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partî dê di çarçoveya hevdîtinên “pêvajoya çareseriyê” de 10ê Adarê bi Serokê CHPyê Ozgur Ozel re bicive.
DEM Partî doh bi beşdarbûna hevserokên giştî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari û parlamenter û hevserokên şaredariyan li Enqereyê civiya.
Mijara sereke ya civînê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan bû.
DEM Partiyê di civînê de biryar sitand ku bi partiyên siyasî re bicive.
Di vê çarçoveyê de dê civîna yekem dê 10ê Adarê demjimêr 13:00an bi Ozgur Ozel be.
Dîroka hevdîtinên DEM Partiyê yên li gel partiyên din nehatiye eşkerekirin.
DEM Partî dê di van civînan de derbarê “pêvajoya çareseriyê” agahiyan bide wan û daxwaza piştgiriyê bike.
Ji aliyê din ve, CHPyê doh serî li Parlamentoya Tirkiyeyê da û ji bo çavdêriya pêvajoyê daxwaza avakirina komîsyona lêkolînê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse