Lîstika Amedspor-Bursaspor: 4 yarîzan û 3 rêveberên Amedsporê rapora pizîşkî wergirtin

06-03-2023
Zînê Cahîde Akgul
Wêne: Amedspor
Wêne: Amedspor
Nîşan Amedspor Bursaspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lîstika di navbera Amedspor û Bursasporê de li bajarê Bursa yê Tirkiyê hat kirin. Lîstikê di rewşeke gelekî aloz de dest pê kir. Nav stadyumê bû meydana şer. Çar yarîzan û sê rêveberên Amedsporê rapora pizîşkî wergirtin.

Ciwanekî alîgirê Amedsporê ji aliyê alîgirên Bursasporê ve rastî êrîşa bi kom hat.

Alîgirên Bursasporê li nav stadyumê posterekî Mahmut Yildirim ku wek “Yeşîl” tê naskirin û “Torosên Spî” bilind kirin ku wek yek ji encamderên kuştinên kiryar nediyar ên salên 1990î û JÎTEMê li Bakurê Kurdistanê tê naskirin.

Her çiqas demjimêrek berî destpêkirina lîstikê li nav stadyumê yarîzan û alîgirên Bursasporê êrîşî yarîzanên Amedsporê kirin lê lîstik nehat betalkirin. Amedspor bi du golan beramber bi golekê li beramber Bursasporê xesirî.

Di dawiya leyistikê de berpirsê asayîşa taybet a Bursasporê û karmendên klubê û efserên asayîşê li korîdorên odeyên cilguhertinê êrîşî yarîzanên Amedsporê kirin.

Yarîzanê Amedsporê got, “Keko, polîs êrîşî min dike. Polîs êrîşî min dike. Polîs li min dide, êrîşî min dike.”

Rêveberekî Kluba Amedsporê anî ziman, “Keko, min got ew bo me tên hundir. Cilê polîs li xwe kirine û êrîşî min û golçiyê min dike.”

Serokê Kluba Amedsporê Selahattin Yildirim ragihand ku çar yarîzan û sê rêveberên Amedsporê rapora pizîşkî wergirtine ku li wan hatiye dayîn.

Serokê Kluba Amedsporê Selahattin Yildirim got, “Em ê vê jî derbas dikin. Em wek mêran hatin û wek mêran vedigerin û em vê ji bîr nakin, bila hemû bizanin. Spas ji bo betilîbûna we. Niha hemû dinya rabûye ser pêyan. Em ji kesî natirsin, em Diyarbekir in, natirsin, natirsin.”

Êrîşa ser yarîzanên Amedsporê ne surprîz bû, dibe berê plan jê re hatibe danîn.

Parêzgariya Bursayê ragihand ku ji ber provokasyonên nav stadyumê di dema lîstika navbera Bursaspor û Amedsporê de, 10 kes hatine desteserkirin û lêpirsîna derbarê sê berpirsên emnî de destpê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst