Komeleyên Elewiyan derbarê êrişa nijadperest daxuyanî da

06-01-2024
RÛDAW
Nîşan Zanîngeha Koçê Êrişa Nijadperest Rêveberiya Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan DAD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan têkildarî êrişa nijadperest a li dijî xwendekarê Kurd ê Elêwî daxuyanî da, “Eger berpirsên bûyerê neyên darizandin dê rê li ber êrişên din were vekirin.”

Li şevîmana Zanîngeha Koçê ya Stenbolê xwenderakarek ji ber ku Kurd û Elewî ye 2 kesên nijadperest ên ku di odeya wî de diman şkence lê kir û bi kêran ew birîndar kir, herwiha wan hewl da bi utuyê rûyê wî bişewitîne.

Rêveberiya Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) têkildarî bûyerê li avahiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û daxuyaniya da.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Cemxaneya Dayika Fatmayê Melehat Tekeyê ve hat xwendin.

“Li dijî Kurdan, Elewiyan û penaberan herî kêm 208 êrişên hatine kirin”

Melehat Tekeyê destnîşan kir ku sala 2023yan li dijî Kurdan, Elewiyan û penaberan herî kêm 208 êrişên nijadperest û cihêkariyê hatin kirin.

Tekeyê êrişa nijadperest bi bîr xist û got, “Êrişa li Zanîngeha Koçê yek ji van êrişan e.”

Tekeyê herwiha destnîşan kir ku piştî bûyerê di zanîngehê de lêpirsîneke adîlane nehatiye meşandin û ji Rêveberiya Zanîngehê pirsî:

“We têkildarî bûyerê çi kir. We dengên ku hatine tomarkirin çawa nirxand. Gelo we serî li rêya girtina bûyerê daye?”

“Kurd xwediyê van axan in”

Tekeyê herî dawî got:

“Divê zanîngeh bi lezgînî bersiva pirsên me bide.  Eger berpirsên bûyerê neyên darizandin dê rê li ber êrişên olperest û netewperest bêne vekirin.

Kurd û Elewî xwediyê van axan in. Dê ti ferasetên nijadperest nikare rastiya van axan a pirrengî bike yek reng.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst