HDPê bertek da biryara Dadgeha Destûrê

06-01-2023
RÛDAW
Nîşan HDP Dadgeha Destûrê Alîkariya Xezîneyê Mîthat Sancar Pervîn Buldan Ebru Gunay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka HDPê Ebru Gunay û Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ya derbarê astengkirina alikariya xezîneyê ya HDPê rexne kirin û gotin "xesb heye."

Dadgeha Destûra Bingehîn, di doza bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didome de, roja Pêncşemê 5ê Çileya 2023yan, li ser serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji bo biryarê li ser blokekirina hesabên xizîneyê yên partiyê qebul kir.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay diyar kir ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê a ji bo astengkirina hesabê alîkariya xezîneyê ya partiya wê weke tedbîr ne rewa ye.

Gunay li Serokatiya HDPê ya Stenbolê daxuyanî da û diyar kir ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ji çapemeniyê hîn bûne û ti biryar ji wan re nehatiye ragihandin.

Gunay got “Îro Dadgeha Destûra Bingehîn biryarek bi tevahî siyasî û şermdêr ku bê prensîbên hiqûqî yên gerdûnî ye, îmze kir. Îro derbeke din li siyaseta demokratîk hat xistin.

Gunay, anî ziman ku Dadgeha Destûra Bingehîn a ku serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a ji bo astengkirina hesabê partiyê du caran red kir, vê carê jî li hemberî zextên siyasî li ber xwe neda û wiha berdewam kir:

“Ev biryar ne rewa ye, ravekirineke wê nîne. Diviyabû Dadgeha Destûra Bingehîn bêyî ku lêkolînê bike daxwazeke wiha neqanûnî red bikira, ku berê du caran vê yek kiribû. Lê niha, çend roj beriya ku alîkariya Xezîneyê bê dayîn, daxwazkirin, di ser de biryarek wiha bê dayîn, piştrast dike ku endamên dadgehê di bin zexta vekirî ya siyasî de ne.”

Hevserokên HDPê jî li ser Twitterê bi hashtaga #GaspVar/XesbHeye bertek nîşanî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn dan.

Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar, têkildarî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn de wiha got:

“Dadgeha Destûra Bingehîn dema ku dosyaya girtinê berdewam dike bi biryara xwe bi awayekî eşkere Destûra Bingehîn binpê kir, berevajî sedema hebûna xwe tevgeriyaye. Ev biryar darbeyek li siyaseta demokratîk e, xesba maf e. Bi vîn û piştgiriya bi milyonan em dê vê yekê jî vala derxin, em dê tekez bi ser bikevin.”

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan jî têkildarî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn de ev tişt got:

“Em hêza xwe ji gelê xwe distînin. Em bêhtir bi bawerî, bêhtir bi biryar, bêhtir bi hêz in. Xezîneya me bi milyonan kesên ku dil dane vê dozê ye, gelê me yê kedkar e. Em mezintir tên, em dê tekez biguherînin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst