Meral Daniş Beştaş: HDP ligel ti kesî neketiye bazariya wezaretê

05-09-2022
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan HDP Meral Daniş Beştaş CHP Gursel Tekîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş li ser gotinên parlamenterê CHPê Gursel Tekin ku gotibû eger partiya wan bibe desthilat dikare bo HDPê wezaret bê dayîn got: “HDP ligel ti kesî neketiye bazariya wezaretê û derveyî rêgezên ku diyarkirine ti helwesteke wê nîne.”

Serokwekîla Grupa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş 5ê Îlona 2022ê li ser hesabê xwe yê Twitterê rêze peyam belav kirin û bersiva gotinên parlamenterê CHPê Gursel Tekin da.

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Gursel Tekîn 4ê Îlona 2022ê beşdarî bernameya televîzyona Tirkiyê ya bi navê “Bazara Siyasetê” bû û di wê bernameyê de li beramber pirsa “Eger hûn bibin desthilat hûn dê wezaretan bidin HDPê” gotibû: “Di Parlamentoya Tirkiyê de cîgirên serokên parlamentoyê ji hemû partiyan tên hilbijartin û Cîgirê Serokê niha yê Parlamentoyê parlamenterê HDPê ye. Nedana wezaretan bo HDPê berovajî îradeya millî ye.”

Beştaş di rêze peyama xwe de dibêje:

“Zelale ku HDP ligel ti kesî neketiye bazara wezaretê û derveyî rêgezên ku diyarkirine helwesteke din a wê nîne. Ligel vê yekê jî em dixwazin ji wan kesên ku bi nîqaşên ne rast û şêwazekî kirêt dixwazin HDPyiyan biçûk bixin bibhîzin dê ka civakî çawa himbêz bikin û vî welatî çawa birêvebibin.

HDP jî qeysa her partiyekê rewa ye û eger piştgiriya xelkê bidest bixe dikare vî welatî jî birêve bibe û mafê wê jî heye vê yekê bike.

Lê li gor ku em nikarin polîtîkayeke alîgirê azadî, ked û demokrasiyê ji nijadperestên neberpirs ku xwe wek opozîsyon nîşan didin bendewarî bikin, em dikarin pêşbîni bikin ku ew bi xwe jî di berbijêrê hevbeş de nikarin cih werbigrin.

Eger ji xwe ew `bi rêgez bin` dê qebûl nekin ku bi dengên HDPê bibin wezîr. Di vê rewşê de tê famkirin ku ligel girîngiya berbijêrê hevbeş mijara kesên ku di kabîneyê de cih bigrin jî girînge.

Eger nêteke we ya berbijêrekî hevbeş nebe û hûn bêjin em wek maseya 6 partî piştgiriya kesî naxwazin wê demê dê HDP jî rêya xwe diyar bike. Ligel HDPê rê naqedin, xem nexwin. Hemû kes gotinên xwe bi pîvan û berpirsiyartiya siyasetvaniyê bike dê baştir bibe.

Em dema dibêjin guhertinê dixwazin bila kes şaş fam neke. Guhertin ne ewe ku li cihê nîjadperestên xirab nîjadperestên baş bên. Em behsa avakirina demokrasiyê li cihê faşîzma otorîter dikin. Ji bo vê yekê jî emê li ser têkoşîna xwe berdewam bin û tekez emê biser bikevin.”

HDP sêyemîn fraksyona herî mezin e li Parlamentoya Tirkiyê ye û di hilbijartina dawî ya parlamentoyê de ku sala 2018an hat kirin, ji sedî 11.7ê dengan bidest xistin û ji 600 kursiyên parlamentoyê 67 kursî birin. Di vê gera parlamentoyê de mafê parlamenteriyê ji çend parlamenterên wê hatiye stendin û çend parlamenterên wê jî ji firaksiyona wê derketine.

Di hilbijartinên Tirkiyê de dengên HDPê yek alîker in û HDP bi kîjan  bereyên hilbijartinê  re  di nav hevahengiyê de be dikare encamên hilbijartinan biguhere.

Aliyên herî diyar ên hilbijartinên sala 2023ê yên Tirkiye jî Hevpeymana Cumhur ku ji AKPê û MHPê pêktê û  hevehangiya 6 partiyên opozîsyonê ye ku weke maseya 6 partiyan jî tê binavkirin û  CHP serkêşiya wan dike. Ew 6 partî ji bo hilbijartinên sala 2023ê di nav hevahengiyekê de ne, lê HDP ne di nav wê hevhangiyê de ye û ligel 7 partî û aliyên siyasî  çep ên Tirkiye di nav hevpeymaniyeke bi nave Hevpeymaniya Demokrasiyê de ye.

HDPê di hilbijartinên Xwecihî yên sala 2019ê de li bajarên mezin ên Tirkiyê ligel CHPê hevahengiyek pêkanî û AKPê di wê hilbijartinê de piraniya şaredariyên bajarên mezin ên Tirkiye bi dengên dengdêrên HDPê ji dest dabûn û CHPê ew şaredarî bidestxistibûn. Niha jî ji bo misogerkirina desthilata xwe yan jî hikûmeteke hevpeymaniyê,  CHP di van demên dawî de peyamên erênî derbarê HDPê û berpirsên wê de belav dike û hevserokê wê Partiyê Kemal Kiliçdaroglu jî heta niha çendîn car gotiye ku divê hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş bê azadkirin ku ji sala 2016ê ve li girtîgeha Edîrneyê girtiyê siyasî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst