Jin dixwazin di Parlamentoya Tirkiyê de zêdetir nûnertiya wan bê kirin

05-05-2023
Rawîn Stêrk
Jin dixwazin di Parlamentoya Tirkiyê de nûnertiya wan zêdetir be
Jin dixwazin di Parlamentoya Tirkiyê de nûnertiya wan zêdetir be
Nîşan Jin Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê ku niha hilbijartina herî girîng a dîrokê birêve diçe careke din rol û bandora jinan di jiyan û siyasetê de di rojevê de ye. Tevî ku rêjeya dengdêrên jin zêdetir e ji ya mêran jî him niha li parlemenê hejmara jinan gelekî kêm e û him jî di lîsteyên partiyên siyasî de jin kêmtir ji mêran hatine nîşandan û piraniya yên ku hatine nîşandan jî di wan rêzan de hatine bicîkirin ku zehmet e ew bêne hilbijartin. Komeleya Piştevaniya Namzetên Jin bi salan e hewl dide qad û rola jinan di nava siyasetê de zêde bibe. Lê tevî hewlên gelek layenan jî cihê jinê hîna gelekî dûr e ji ya mêran.

Komeleya Namzetên Jin ango KADER û seroka wê Nûray Karaoglû bi hewl û hêzeke zêde li dewamê ne. Ew ji sala 1997an vir ve li qada siyasetê rol û rêya jinan dişopînin, raporan amade dikin digel hemû layenên siyasî hevdîtinan dikin û keda wê yekê didin hejmara jinan zêde bibe. Çavdêriyên wan li qada navdewletî têne nirxandin û hemû partiyên siyasî jî digel wan hemaheng in. Li gor nêrîna wan siyaset li Tirkiye hîna hema bêje bi temamî mêrane ye. Di vir de cihê tevgera kurdên bakur baştir dibînin ji hemû partiyên din û çalakbûna jinên Kurd li jiyan û siyasetê bo wan jî bûye cihê şanaziyê.

Seroka Giştî ya KADERê Nûray Kadioglû got, “Ji di heman demê de him ji bo Peymana Stenbolê him ji bo yasaya 6284 û him ji bo nafakayê him ji bo tundutujiyê tê dikoşin. Li hêla din bo hebûna li qada siyasî jî têdikoşin. Yasayên ku jinan nabînin û tenê wan bi temamî dikin jinên nava malan li Tirkiye hene. Ger ku jin deng û piştevaniya xwe bo jinên din bikarbînin emê bibin xwedî wê derfetê ku em rewşe biguhirînin.”

Li gor raporên saziyên cihê bi giştî li Tirkiye temsîla jinan li qada siyasetê ji sedî 17 ye. Li tevahiya cîhanê jî rêje ji sedî 24 e. Di wê demê de ku Tirkiye berev bi hilbijartinan ve diçe, li parlemena 600 kesî ya Tirkiye tenê 100 parlemenên jin hene. Di kabîneya desthilata heyî de tenê wezîreke jin heye. Ji destpêka damezrandina komarê vir ve li 21 bajarên Tirkiye qet jinek nebûye parlementer. Ji vê tabloyê weke nîşaneya mayîndebûna rewşa heyî dinirxînin di vê hilbijartinê de jî.

Bûse Sarioglû jî got, “Li Tirkiyê tu li kîjan alî binêrî jî tu dibînî ku jin nabin xwedî gotin. Partiya ku ez piştgiriya wan dikim jî heman tiştî dikin û ez di vê mijarê de wan naparêzim. Li Tirkiyê tu aliyek bi qasî ku pêwîst e mafê jinan nade.”

Fatma Dogan anî ziman, “Li Tirkiyê berê piçekî wekhevî hebû lê niha hîç nîn e. Hejmara namzetên jin kêm e û ên heyî di rêzên ku nayên hilbijartin de hatine nîşandan. Mafê gotinê bi tu awayî nîn e li Tirkiye.”

Ruya Can got, “Ez dibînim ku bi saya AK Partiyê jin bûne xwedî rêz û qîmetê. Qet nabe tu bi partiyên din re jî bidî ber hev. Ji xwe cara ewil me jin şandin parlemenê. Ên ku wan derdikin jî me dîtin. Hûn herin rêza li hember jinan ji partiyên din bipirsin.”

Ji bo hilbijartina 14ê Gulanê partiyên siyasî dîsa jin gelekî kêm kirine berbijêr. Ak Partî 113 jin, CHP 153 jin, IYI Partî 145 jin û Partiya Çepên Kes 198 jin kirine berbijêr û rêjeya herî zêde ya jinan jî ya Çepên Kesk e. Tevî ku rêjeya jinên degndêr ji sedî 50.7 lê ya mêran 49.3 e jî wê piştî hilbijartinan careke din siyaset li parlemena Tirkiye mêrane be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst