Pêkanîna hikûmeta xwecihî ya parêzgeha Kerkûkê

29-01-2024
Nîşan Kerkûk Hilbijartin Hikûmeta Xwecihî
A+ A-

Celal Cewher Ezîz

Li gorî yasaya hejmar 4an a sala 2023yan, ji yasaya sêyem a sererastkirî ya yasaya hilbijartinên Encûmena Nûneran (parlamento) û Encûmenên Parêzgeh û Qezayan a hejmar 12an a sala 2018an, divê her heft aliyên siyasî yên ku di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de kursî bi dest xistine têgihiştineke hevpar pêk bînin û li hev bikin. Divê her pênc netewe (Kurd, Ereb, Tirkmen, Keldan û Aşûrî) li ser dabeşkirina desthilatan li hev bikin û hikûmeta xwecihî ya Parêzgeha Kerkûkê ava bikin.

Desthilatên sereke yên parêzgehan ev in: Parêzgar, serokê encûmena parêzgehê, cîgirê parêzgar (îdarî û hunerî), cîgirê serokê encûmena parêzgehê û biryarder, qaymeqamê navendî yê Kerkûk û qezayên Hewîce, Daqûq û Dûbizê, rêveberiyên giştî (perwerde, tenduristî, çandinî...) serokatiya şaredariya Kerkûkê, şaredarî (qeza) û rêveberê polîsên Kerkûkê.

Li gorî benda çarem a madeya 13an (a taybet bi hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê) a yasaya hejmar 4an a sala 2023yan ku naveroka wê wisa ye: Desthilat bi awayekî dadperwerane tê dabeşkirin da ku bêyî ku encamên hilbijartinê li ber çav bigire, hevpişkiya pêkhateyên parêzgehê misoger bike.

Divê desthilatên Parêzgeha Kerkûkê bi awayekî dadperwerane li ser neteweyên Kerkûkê bên dabeşkirin da ku ti pêkhate jê bê par nemîne, dîsa bêyî ku li wê parêzgehê encamên hilbijartinê li ber çav bên girtin.

Bêguman, seba dabeşkirina dadperwerane ya desthilatê jî divê rêgez û prensîbeke bawerpêkirî hebe. Baştirîn pîvan û prensîba dabeşkirina desthilatên hikûmeta xwecihî ya Parêzgeha Kerkûkê, hejmara şêniyan û hejmara kursiyên ku her neteweyekê ji wan her çar pêkhateyên Parêzgeha Kerkûkê bi dest xistiye.

Ez ji bo rewşa aloz û zehmet a îro ya Kerkûkê, ji hejmara şêniyan û hejmara kursiyên ku her neteweyekê bi dest xistine, rêgez û pîvaneke çêtir nabînim.

Li gorî dîrokê, Kurd li Parêzgeha Kerkûkê li gorî neteweyên din ên Kerkûkê, her tim piranî bûn. Di dema desthilatên yekem (08.02.1963 - 18.10.1963) û duyem (1968-2003) ên Beisiyan de, wan karîbû li gorî siyaseta guhertina rewşa demografîk û qirkirina Kurdan li Parêzgeha Kerkûkê, rewşa demografîk a Parêzgeha Kerkûkê di berjewendiya neteweya Ereb de biguherin.

Li gorî amarên karpêkirî yên niha yên Parêzgeha Kerkûkê, di heyama 20 salên borî de, piştî vegera beşek ji koçberan, rêzbendiya rêjeya neteweyan li Parêzgeha Kerkûkê bi vî rengî bû: Kurd, Ereb, Tirkmen, Keldan û Aşûrî.

Rêzbendiya kursiyên neteweyên Parêzgeha Kerkûkê di hilbijartinên Parêzgeha Kerkûkê di salên (2005 ta 18.12.2023)an de, Kurd her li pêş bûn. Di hilbijartinên (18.12.2023yan) de jî encam wiha bûn: Kurd heft kursî, Ereb şeş kursî, Tirkmen 2 kursî, Keldan û Aşûrî kursiyeke kotayê.

Li gorî van her du pîvanan, Kurd li gorî her du neteweyên din piranî ne, ango li gorî her yek ji pêkhateyên dîtir ên Parêzgeha Kerkûkê.

Li gorî destûr û yasayên berkar, desthilata dadwerî û cîbicîkar a Îraqê ji çavdêriya cîbicîkirina benda çarem a madeya 13an ya yasaya hejmar 4an a sala 2023yan berpirsiyar e, ango benda taybet bi hilbijartinên Parlamentoya Îraqê, encûmenên parêzgeh û qezayên Îraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst