Erkan Baş: Em ti caran nebûn HDPyî

06-05-2020
RÛDAW
Nîşan Erkan Baş HDP TIP Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyê Erkan Baş dibêje, di mijaran de ew li gel HDPê hevra ne lê ew ti caran nebûne HDPyî.

Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyê (TIP) Erkan Baş ku li ser lîsta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûbû parlamenter û paşê cuda bûbû, di hevpeyvîneke taybet de li gel rojnameya Cumhuriyetê, behsa peywendiya wan a li gel HDP, cudahî û hevbeşiyên wan û nêrîna partiya xwe ya derbarê pirsa Kurd de dike.

Erkan Baş di wê hevpeyvînê de diyar kir ku ew di mijarên çewisandina gelê Kurd û mafê hemwelatîbûna yeksan de û hinek mijarên bingehîn de hevra ne li gel HDPê û derbarê cudahiya li gel HDPê jî diyar dike ku ew desthilateke karkeran a li ser xeta ortadosk Marksîst dixwazin, lê HDP li ser xeta demokrasiya radîkal e. Baş dibêje, “Em du partiyên dost in ku divê li gel hev li dijî dijminê hevbeş têbikoşin.”

Derbarê sedema cudabûna ji HDPê jî Erkan Baş dibêje, “em sosyalîst in û HDP radîkal demokrat e. Lewma em ti caran nebûn HDPyî. HDPê pêşniyar li me kir.”

Erkan Baş aşkere jî dike ku wan Adara 2018an dest bi xebatên avakirina Partiya Karkeran a Tirkiyê (TIP) kirin, lêbelê ji ber biryara hilbijartina pêşwext xebata avakirina partiyê temam nebûbû û dibêje, “Hevalên HDPyî hatin û gotin em we weke parlementer difikirin.”

Di dewama gotinên xwe de Baş dibêje wan 3 merc danîn ber HDPê ku ew jî; ji cihê lê bihêz in dê bibin berbijêr, piştî hatin hilbijartin dê veqetin û dê xebata xwe ya hilbijartinê cuda bikin.

Erkan Baş dibêje, “armanca me ew bû sûdek bigihije HDPê jî. Pêwîst bû HDP bendê derbas bike. Herwiha TIP ji salên 1960î ve dibêje, divê kedkarên Tirk û Kurd li gel hev têbikoşin. Lê em nebûn HDPyî.”

Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyê derbarê pirsa Kurd de jî dibêje, “vê desthilatê aliyê tûş ê polîtîkayên xwe yên dijmintiya gel weke dijmintiya Kurdan pênase kiriye. Li dijî Elewiyan jî xwedî heman helwestê ye.”

Erkan Baş di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de li Stenbolê li ser lîsta HDPê bûbû parlamenter.

Erkan Baş li gel Bariş Atay ku ew jî li Hetayê li ser lîsta HDPê bûbû parlamenter, roja 6ê Cotmeha 2018an ji HDPê cuda bûbûn û beşdarî Partiya Karkeran a Tirkiyê bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst