Li Deryaya Spî keştiyeke bazirganî niqûm bû

05-04-2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nav Deryaya Spî li nêzîkê parêzgeha Antalya ya Tirkiyê, keştiyeke bazirganî niqûm bû ku 14 kes tê de bûn. 2 kes ji aliyê tîmên Fermandariya Ewlekariya Peravan ve hatin rizgarkirin.

Parêzgarê Antalyayê Ersin Yazici derbarê mijarê de got: “Li ser agahdarkirina niqûmbûna keştiyeke bazirganî ya welatekî biyanî li nêzîkê navçeya Kumlucayê, tîmên rizgarkirinê yên Fermandariya Ewlekariya Peravan bo cihê bûyerê hatin şandin.”

Yazici got: “Di keştiyê de 14 kes hebûne. 2 kes ji aliyê tîmên Fermandariya Ewlekariya Peravan bi helîkopterê hatin rizgarkirin û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Finikê hatine veguhestin. 3 kes jî ji aliyê keştiyên bazirganî yên din ve hatine rizgarkirin.”

Fermandariya Ewlekariya Peravan jî derbarê bûyerê de got: “Demjimêr 03:47an agahdarî hat wergirtin ku keştiya Gine Bisseouyê ya ji Bendera Îskenderûnê ber bi peravên Izmail a Ukraynayê birê ketiye, niqûm dibe. Li ser agahdarbûnê bo hemû keştiyan banga alîkariya bilez hat kirin û keştiyeke ewlehiya peravan, 7 belemên ewlehiya peravan, 2 helîkopterên ewlehiya peravan û balafireke ewlehiya peravan bo cihê bûyerê hatin şandin.”

Herwiha hat ragihandin ku 14 kesên di keştiyê de welatiyên Sûriyê ne û Serdozgeriya Komarê ya Kumlucayê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst