DEM Partî li ser banga Ocalan civiya

05-03-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Civîn Banga Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenter û hevserokên şaredaran ên DEM Partiyî li ser banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan civiyan.

Rêberê girtî yê PKKyê Abdullaha Ocalan 27ê Sibata 2025an banga çekdanîn û fesixkirinê li PKKyê kir.

Komîteya Birêvebir a PKKyê jî 1ê Adarê li ser banga Ocalan daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dê girêdayî banga Ocalan bibin û li gorî pêwîstiyên wê tevbigerin.

Parlamenter û hevserokên şaredaran ên DEM Partiyî bi bi beşdariya hevserokên partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullariyê îro li Enqereya paytexta Tirkiyeyê civiyan.

Rojeva sereke ya civînê jî “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk” a Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bû.

DEM Partiyê piştî banga Ocalan civînên xwe yên li gel rêxistinên xwe yên bajaran, parlamenter, hevserokên şaredariyan û endamên xwe zêde kirine. 

Tê gotin ku DEM Partî piştî civînên navxweyî  dê ji 9ê Adarê heta 15ê Adara 2025an herî kêm li 100 navendên cûda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistan bi xelkê re hevdîtinan bike û û derbarê pêvajoya nû zanyariyan bide raya giştî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst