Hevserokên Giştî yên HDPê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan li Stenbole bi endamên çapemenî yê navdewletî re civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan got çavkaniyên Tirkiyê bo şer tên xerckirin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Pervîn Buldan li Stenbole bi endamên çapemenî yê navdewletî re civiyan.
Pervîn Buldan diyar kir ku Tirkiyê di nav krîzeke kûr de ye, lê çavkaniyên aborî ji bo şer tên xerckirin û Erdogan hewl dide Tirkiyê bi “şerê taybet” birêve bibe.
Buldan ragihand ku desthilat nikare Tirkiyê birêve bibe û di serde hatina pandemiyê jî krîzê kûrtir kiriye û ji ber vê yekê serê pirsgirêke AK Patî û MHPê dibînin.
Li aliyê din Buldan dibêje ligel krîza aborî, krîza bi giştî li Tirkiyê kûrtir bûye û ji bo ser van krîzan bigrin, HDPê dikin hedef.
Herwiha Buldan amajê bi wê yekê kir ku di demên dawî de zextên wek rakirina parêzbendî û girtina parlamenteran li ser HDPê zêde bûne, ji bo ku ser krîzan bigrin HDPê dikin hedef.
Li ser vê yekê Buldan got bi girtina HDPê, krîzên ku Tirkiye tê deye, dê kurtir bibin.
Di berdewamiya axavtina xwe de Buldan tekez kir ku sedemên krîzên Tirkiyê yên sereke pirsgirêka Kurd e, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd rê û rêbazên cûda bên ceribandin û bawer dike pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyane û diyalogê dikare bê çareserkirin û wiha got: “Piştî 2015an ji ber ku AKP şêwaz û têgihîştîna xwe guhert û dev ji şêwaza aştiyane berdaye îro Tirkiye van krîzan dijî.”
Li aliyê din Hevserokê HDPê Mîthat sancar jî dibêje sedemên guvaşên ser HDPê hemû siyasî û bêhiqûqî ne.
Sancar amaje bi biryara 18mîn madeya Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) kir ku di dîroka DMMEyê de cara yekem ji bo Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş hatiye dayîn.
Li ser vê yekê Sancar ragihand ku desthilata Tirkiyê ji bo ku opozîsyonê bêdeng bike, darazê bikar tîne û desthilat dibêje ew ê biryarê bicîh neyne lê ev biryar grêdar e û wiha berdewam kir “li Tirkiyê helwesta dsthilatê ya li dijî Biryara DMMEyê ne tenê pirsgirêka demokrasî û hiqûqa navxwe di heman demê de dê potansiyelek ku DMMÊ jî bike tengasiyeke ciddî heye.”
Di derbarê pirsgirêka Kurd e Sancar got di serî de pirsgirêka Kurd hemû pirsgirêkên civakî dê bi krîterên siyasî û demokratîk bên çareserkirin û wiha pê de çû: “Li ser berdewambûn û mezinkirina siyasete demokratîk û tifaqa demokratîk berdewam in. Rêya ku vê desthilatdariyê ji bo berdewambûna xwe dîtiye ji demokrasiyê dûr e, û rêbazeke cezakirinê ye. Em di wê baweriyê de ne ku ev helwesta desthilatdariyê dê krîza li Tirkiyê mezintir û kûrtir bike. Lewma em çareseriyê di tifaqa demokratîk a herî mezin de dibînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse