Girtiyekî din ê nexweş canê xwe ji dest da

04-12-2023
RÛDAW
Nîşan Cemal Tanhan Girtiyên Nexweş Omer Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê nexweş Cemal Tanhan 29 roj piştî berdanê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Tanhan tevî nexweşiyên xwe 29 salan di girtîgehê de ma û nedihat berdan lê piştî ku li girtîgehê felç bû, hat berdan.

Gitiyê nexweş Cemal Tanhan îro li nexweşxaneya Eskîşehîrê canê xwe ji dest da.

Tanhan ku girtiyê nexweşiya giran ê penceşêrê bû, 29 salan di girtîgehê de ma.

Kêmtir ji salekê mabû ku cezayê wî yê girtîgehê temam bibe.

Cemal Tanhan berî niha 4 caran daxwaz kiribû ku ji ber nexweşiyên xwe bê berdan lê ev daxwaza wî bicih nehat.

Piştî kuTanhan 23ê Çiriya Paşîna 2023yan di girtîgehê de felç bû û hat azadkirin.

27ê Çiriya Paşîn Tanhan rakirin nexweşxaneya Eskîşehîrê lê piştî 29 rojan ji çareseriya bijîşkî li beşa çavdêriya hûr canê xwe ji dest da.

Cemal Tanhan sala 1994an li navçeya Konakê yaa Îzmîrê hat destserkirin û di dema destserkirinê de rûbirûyî şkenceyên cûda bibû.

Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi tohmeta “nehiştina yekitî û yek parçeyiya dewletê” cezayê heta hetayê lê birîbû.

Parlamenterê HEDEPê Omer Ocalan li Parlamentoya Tirkiyeyê bal kişand ser rewşa Cemal Tanhan û got:

“Camal Tanhan ev 30 sal in di zîndanan de bû, îro canê xwe ji dest da.

Piştî ku kuştin azad kirin. Ev yek di serdema AKPeya qaşo oldar de çêdibin.”

Li gorî raporeke Komaleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistan 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene.

Herwiha 200 ji wan ji ber nexweşiyên xwe divê bilez bên berdan û 37 ji wan jî divê kêliyekê jî li girtîgehê nemînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst