Omer Ocalan: Mafên Kurdan li ber çavên hemû dinyayê ji wan tên standin

03-06-2024
Nîşan Omer Ocalan Mehmet Siddik Akiş Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Yê Rihayê Omer Ocalan got, “Mafên Kurdan li ber çavên hemû dinyayê ji wan tên standin.”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Li gorî daxuyaniyê, Havşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji erkê xwe hatiye dûrxistin û Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk wekî qeyûmê Colemêrgê hatiye erkdarkirin.

“Li ber çavên Tirkiye û hemû cîhanê tê kirin”

Parlamenterê DEM Partiyê Yê Rihayê Omer Ocalan li ser hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî vê biryarê da û got:

“Ev têgihiştin tê avakirin: Bila li welêt normalbûn û nermbûn çêbibe lê Kurd ne di navê de bin.

Mafê hilbijartin û hilbijirînê mafekî qanûnî ye lê bila ev mafên Kurdan nebin!

Mafê Kurdan ê siyasetê ji wan tê standin û ev li ber çavên Tirkiye û hemû cîhanê tê kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst