Ji damezrînera Partiya Peşêrojê bo Başak Demîrtaş piştgirî

04-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevjîna Serokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, Başak Demirtaş bi boneya pêncemîn salvegera girtina hevjînê xwe Selahattin Demirtaş peyamek belav kir û Endama Lijneya Rêveber a Partiya Pêşerojê Nihal Olçok, peyama Başak Demîrtaş parve kir û piştevaniya xwe ji bo wê nîşan da.

Hevjîna hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş, Başak Demirtaş bi boneya 5emîn salvegera girtina Demîrtaş û hejmareke din a parlamenter, şaredar, rêvebir û endamên HDPê peyameke bi vîdeoyî li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir.

Başak Demirtaş di peyama xwe de diyar dike, ku hevjînê ev 5 sal in di girtîgehê de ye û ev 2 sal in tevî ku derziya li dijî coronayê li xwe daye, lê dîsa jî bi hinceta pandemiyê destûr nayê dayîn pê re hevdîtinê bike.

Endama Lijneya Rêveber a Partiya Pêşerojê Nihal Olçok jî ev peyama Başak Demîrtaş li ser hesabê xwe yê twitterê belav kir û piştevaniya xwe bo wê nîşan da.

Nihal Olçok ku di hewla darbeya 15ê Tîrmehê de hevjîn û kurê xwe ji dest da, dibêje: “Hiqûq û edalet… her kes rojekê hewcedarê van her du hêmanan dibe. Mirin rastiyeke jiyanê ye, lê dayikek û du keçên xwe di pêvajoyek ku bi rastî jî nizanin çima ji hev cuda bûne. Xwedê alîkariya te be @Basak__Demirtas”

Çi bibû?

Hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag û çend parlamenter, şaredarê rêvebir û endamên wê partiyê di 4ê Mijdara 2016an de hatibûn desteserkirin û piştre jî hatibûn girtin.

Demîrtaş hêj tevî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst